Şopdarên Rojê  pêşengeha xwe ya wêneyên fotografîk li bajarê Qamişlo bi dawî dike.

Şopdarên Rojê  pêşengeha xwe ya wêneyên fotografîk li bajarê Qamişlo bi dawî dike.

Navenda Şopdarên Rojê ya Çandî pêşengeha xwe ya gerok,  duh li navenda çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo bi dawî kir.

Endama navendê Êvlîn Elî axaftina vekirinê kir û tekez kir  armanca pêşengeha wan ku bi riya wêneyan aliyên veşartî yê şoreşê bidin xuya kirin.

Her wiha piştî axaftinê endamên ku bi vê xebatê rabûne ji aliyê navendê ve hatin xelatkirin û spasname ji gelek saziyên ku bûne alîkar ji bo serkeftina pêşengehê re hatin dayîn.

Pêşengeh ji aliyê gelê Qamişlo û gelek sazî û desteyan ve hate serdan kirin û milet kêfxweşiya xwe aniye ziman.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …