Şiyar, Ebû Elai û Şiyar evsaneyên tekoşînê nivîsandin

 

MINBIC– Bi armanca azadiya welat û pêkanîna Netewa Demokratîk tekoşîn kirin û jiyana xwe ji dest dan. Şehîd Şiyar û Bin Ladin xwedî dîrokeke demdirêj a tekoşînê bû, Şehîd Ebû Elai jî çend mehan di nava tekoşînê de man û jiyana xwe ji dest dan.

Sê şervanên ku soz dan wê tekoşîna xwe ya ji bo azadiya gelan bidomînin û xewna xwe ya azadiya welat pêk bînin. Soz da Ebû Emced û Ebû Leyla ku xeta wan bidomîn, soza xwe pêk anî û heta şehîd bûn, tekoşîna xwe dewam kirin.

Şehîd Şiyar

Şehîd Şiyar fêrî hezkirina tekoşîn û berxwedanê bû. Bi fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi bandor bûû ji bo pêkanîna Neteweya Demokratîk tekoşîn da meşandin. Ji bo pêkanîna wê tekoşîn heta dawî da meşandin û heta şehîd ket gav paş de ne avêt.SIYAR

Şehîd Cuma Qere Yûsif (Şiyar) di sala 1978’an de li gundê Qebasîn a 7 kîlometreyan dikeve bakurê bajarê Babê,kurd e û di malbateke xizan hatiye dine. Miznê birayên xwe bû. Malbata wî ji bav, dayîk, 4 bira û 3 xwîşkan bû. Asta seretayî ya xwendinê li dibistana gundên Qebasî xwend. Tenê ew ast derbas kir. Ji bo debara xwe û malbata xwe pêk bîne di karê avasaziyê de xebitî û wekî ajokar di wî warî de xebitî. Bi destpêka aloziya SÛriyê re tevlî hêzên YPG’ê bû û paşê jî tevlî Cebhet El-Ekrad bû. Di sala 2015’an de berê xwe da Kobanê û li vir tevlî tugayên Şems El-Şemal bû. DI wê demê de navê xwe yê kod kir Şiyar. Birayê wî Îbrehîm jî li Efrînê tevlî Eniya El-Ekrad bû. Fêrî fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah OCalan bû û ji bo parstina welat tekoşîna xwe dewam kir. Tevî dewreyên bîrdozî û leşkerî û di aliyê leşkerî de xwedî biryar û gelekî fedekar bû.

Di sala 2016’an de dema Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hate ragîhandin, wekî fermandar tevlê bû. Malbata wî çûn bajaroka Erîme û jiyana xwe li wir dewam kirin. Gelek caran di şerên giran de cih girtiye. Rola wî di şerê gundên Kobanê, Bendava Tişrîn, Şedadê, Hol, Minbic û herî dawî hemeleya Reqayê de hebû. Di 7’ê Cotmehê dema hemleya paqijkirina taxên Reqayî pêk tanî jiyana xwe ji dest da û navê xwe di dîroka berxwedanê de nivîsand.

Ajansa me beriya şehîd Şiyar şehîd bibe, hevdîtin pêk re kiribû. Şehîd Şiyar da zanîn ku ew ê heta dawî tekoşîna xwe bidomîne û dê heta dawî parastin. Hevdîtin di dema ku şêniyên gundên Qerat û Wêran vedigeriyan malên xwe pê khat. Di wê hevdîtinê de got Artêşa Tirk li pişt wêraniya ku li gundên Qerat û Wêran pêk hatine ne û wiha dom kir:”Em ê van gundan ji çeteyan rizgar bikin, em ji dagirkeriya Tirkiyê natirsin. Ma deme em jiyan dikin, em ê rê nadin tu kes warê me dagir bik. Em soz didin ku em ê bi yek destî tekoşînê bikin û xaka xwe ji çeteyan û dagirkeriya Tirkiyê rizgar bikin.”

Şehîd Ebû ElaiBU ELA

Navê wî Remedan El-Hesen e (Ebû Elai) welatiyeke ji pêkhateyên erebe, di sala 1992’an de li gundên Dêr Hafir a dikeve başûr-rojhilatê Babê jidayîk bû. Zewicî û bavê kurekî 9 mehî ye. Tevî malbata xwe li gundên li gund jiyandikir. Di warê çandiniyê de dixebitî. Malbata wî ji dayîk, bav, 5 bira û 2 xwîşkan pêk tê. Di malbatê de yê herî biçûk bû. Dibistana seretayî li gundê xwe DÊra Hafir xwend û piştî dibstana seretayî bi dawî kir, dest ji dibstanê berda û tevî malbata xwe di karê çandiniyê de xebitî.Ji ber rewşa li Sûriyê mala xwe bigirin gundê Kawklî.

Di ciwaniya xwe de baweriya wî Neteweya Demokratîk hat û di riya Ebû El-Bira tevlî Meclîsa Leşkerî ya Babê bû.Fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan nas kir û pê bi bandor bû, hejmarek ji psmamên wî jî tevlî QSD’ê bûne. li ser vî esasî ew jî bi bandor bû û di meha Adarê de tevlî Melcîsa Leşkerî ya Babê bû. Li gundên Babê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê şer kir. Di 7’ê cotmehê dema opersyona paqijkirina herêmê pêk tanî şehîd bû.

Rafî Bin Ladin, Rojnamav û şervan

Yek ji şervanên ku di aliyê ragîhandinê de di eniyên pêş ên şer de navê wî hate naskirin. Asta seretayî û navîn xwend, bi fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi bandor bû û fikrê Netewa Demokratîk ji xwe re wekî asas girt. DI qadên şer de tekoşîneke mezin da meşandin.

Ramî Qere Ehmed (Rafî Bin Ladin) di sala 1979’an de li taxa Şêx Eqîl a Minbicê jidayîk bû. Ji pêkateyên erebe, di malbateke xizan ku ji bav, dayîk, 5 bira û 5 xwîşkan pêk dihat jiyan dikir. Ew di nava birayn xwe de yê mezin e, tenê xwîşkeke wî jê mestire. Bavê wî wekî memûr li Helebê kar dikir, malbata wan çûn Helebê û li wir jiyan kirin, lê Ramî li gel babîra xwe ma û pê re jiyan kir.BIN LADIN

Heta asta navîn xwend û li gel dapîra xwe ma û erka peydakirina berhemên jiyanê da ser milê xwe. Li Minbicê di firotina zebzeyan de kar kir. Ev karê xwe heta tevgera guehrtinê li SÛriyê pêk hat dewam kir.

Zewicî û 3 kurên wî çêbûne, bi destpêka tevgera li SÛiryê de fikr û felsefeya Ocalan nas dikr û di sala 2013’an de li Efrînê tevlî Cehbet El-Ekrad dibe, paşê jî berê xwe dide Kobanê û tevlî şerê li wir dibe.

Di qadên şer de wekî xebatkarê çapemeniyê hate naskirin. Dîmen û wêne gelek dikşandin. Di berxwedana rizgarkirina Holê, Şedadê û hemleya rizgarkirina Bendava Tişrînê û Minbicê bû. Herî dawî jî di 7’ê cotmehê de li Reqayê şehîd bû. Bi vê yekê navê xwe wekî  xebatkarên çepemeniya şer bi nav kir.

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …