Bi destpêkirina şoreşa Sûriyeyê di 15’ê adara 2011’an de ku gelê Sûriyeyê bi riya vê şoreşê azadî û parastina rûmeta xwe armanc dikir ku ji aliyê rêjîma Baasê ve hatibû binpêkirin. Rêjîma Baasê ku xwe dispêre zihniyeta tekakesiya desthilatdar di rêveberiya dewletê de û rengê dewletê veguhert rengekî ewlehî, istixbaratî û leşkerî. Gelê Kurd ku di bin dagirkeriya rêjîma Baasê de bû serî lihda. Serhildana gel bi taybet di 12’ê adara 2004’an de dest pê kir. Gelê Kurd di şoreşa Sûriyeyê de xwe nespart xeta rêjîmê û ne jî xeta opozîsyonê ku piştî demekê veguherî amûreke dewletên desthilatdar û di serî de Tirkiyeyê. Lê belê gelê Kurd rêbazekî cûdayî herdu aliyan wergirt û xwespart xeta netewa demokratîk û biratiya gelan.

Yekîneyên Xweparastinê (YXK)

Piştî ku welatiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê bi hevkariya pêkhateyên din ên herêmê karibûn gelek gund û bajarên Rojava ji bin dagirkeriya rêjîma Baasê rizgar bikin, pêdivî bi avakirina sîstemeke parastinê da ku destkeftiyên welatiyên Rojava bêne parastin zêde bû. Di destpêkê de ciwanên Rojava Yekîneyên Xweparastinê (YXK) di nîvê sala 2011’an de ava kirin da ku herêmên Rojava li hemberî kirinên talankirinê biparêzin û xwepêşandanên gel ên li Rojava biparêzin. Vê hêzê her wiha ewlehî û aramî ji gund û bajarên hatine rizgarkirin re peyda kir. Di dawiya sala 2011’an de pêdivî bi pêşxistina vê hêzê zêde bû û avakirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di konferansekê de li bajarê Dêrikê bi beşdarbûna 850 delegeyên ji hemû beş û pêkhate, rûspî û şêxên eşîrên herêmê hate ragihandin.

YPG’ê piştre dest bi xwebirêxistinkirinê li herêmên Rojava kir. Di 19’ê Tîrmehê de welatiyên herêma Kobanê û yekîneyên wê yekemîn bajarê Kurdî ji bin dagirkeriya rêjîma Baasê rizgar kirin û welatiyên herêmê rêveberiya xwe li bajêr dane meşandin. Piştre çalakiyên rizgarkirinê berfirehtir bûn û YPG’ê bi hevkariya rasterast bi welatiyên herêmê re karibû piraniya ciyografiya Rojava ji bin dagirkeriya rêjîma Baasê rizgar bike.

YPG’ê hêdî hêdî cihê xwe li ser erdê girt û piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê YPG’ê karibû li giştî herêmên Rojavayê Kurdistanê (li hersê kantonên Kobanê, Cizîrê û Efrînê) belav bibe. Şervanên YPG’ê li hemberî hemû êrîşên li dijî destkeftiyên gelê Rojava li ber xwe da. YPG’ê di dawiya sala 2012’an de êrîşa çeteyên Cebhet El-Nusra û hin tabûrên din ên çeteyan bi alîkariya dewleta Tirk li dijî bajarê Serêkaniyê şikand. Di Hizêrana 2013’an de jî şervanên YPG’ê êrîşa çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê li dijî deverên başûrê Çilaxa û Girkê Legê şikand û karibû devera Çilaxa û Girkê Legê heta bajaroka Til Koçer ji destên çeteyan rizgar bike.

Di pêngaveke cîwaz de li ser asta Sûriye û Rojhilata Navîn cara yekemîn di 4’ê Nîsana 2012’an de avakirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hate ragihandin. Bi hezaran jinên ciwan beşdarî nava xebatên parastina jin û civakê bûn û cihê xwe di nava refên YPJ’ê de girtin.

YPG û YPJ’ê li rex hevûdu gelek êrîşên komên çete şikandin û di nîvê sala 2014’an de berxwedaneke leheng li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê dane meşandin. Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li dijî Kobanê ya herî dijwar di şerê Sûriyeyê de bû, nemaze ji ber ku çekên giran û pêşketî ji artêşên Sûriye û Îraqê standibûn û bi wan êrîşî Kobanê dikir. Di wê demê de ti hêzên herêmî û navnetewî nikaribû li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê derbikeve. Tevî vê yekê şervanên YPG’ê û YPJ’ê berxwedaneke bê hempa li dijî hovîtiya DAIŞ’ê dane meşandin.

Sîstema leşkerî lehengiya xwe îspat kir

Sîstema leşkerî ku welatiyên Rojava damezrandibûn karibû binesazî û jiyana hevbeş li hemû gund û bajarên Rojava û Bakurê Sûriyeyê biparêze. Li aliyê din gelek bajarên Sûriyeyê yên weke Heleb, Humis, Idlib… hatin hilweşandin. Vê sîstema leşkerî karibû nirx û rêgezên mafên mirovan biparêze û li gorî hevpeyman û pîvanên navnetewî tevbigere.

Navendên perwerdekirinê yên van yekîneyan li seranserî Rojava hatin avakirin û bi hezaran ciwan û jinên ciwan di xebatên parastinê û leşkerî de perwerde kirin.

Çespandina sîstema leşkerî

YPG/YPJ’ê karibûn piraniya ciyografiya Rojava rizgar bike û ewlehî û aramiyê li herêmê bi cih bike. Evan yekîne bûn kevirkoşeya damezrandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku ji aliyê 13 tabûr û hêzên nerm di 15’ê Cotmeha 2015’an de hate ragihandin. QSD’ê êdî bûye hêviya giştî gelê Sûriyeyê, nemaze ji ber ku xwe dispêre nirx û rêgezên netewa demokratîk û ji fikrên teng ên nijadperest û netewperest dûr dikeve.

Şervanên YPG’ê û YPJ’ê her wiha karibûn civaka Êzdî li Şengalê ji qirkirinê rizgar bikin û korîdorekî mirovahî di navbera Rojava û Şengalê de vekirin û bêtirî 400 hezar welatiyên sivîl ên Êzdî ji komkujiyên DAIŞ’ê rizgar bikin.

Hemû welatiyên herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de bûn, bang li QSD’ê kirin ku herêmên wan rizgar bikin. Li ser banga welatiyan QSD’ê di 15’ê Cotmehê de hemleya rizgarkirina gundewarê başûrê Hesekê da destpêkirin û herêma El-Hol ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

QSD’ê di hemleya xwe ya duyemîn de ku di 23’ê kanûna 2015’an de hatibû destpêkirin herêma di navbera bajaroka Sirrîn û bendava Tişrînê rizgar kir û di hemleya xwe ya sêyemîn de ku di 28’ê sibata 2016’an de hatibû destpêkirin di bin navê tolhildana şehîd Êlîn û Cûdî de çiyayê Kizwanan rizgar kir.

Sîstema leşkerî ya QSD’ê deng veda

Bi saya hemleyên serkeftî yên QSD’ê di hundirê Sûriye û giştî cîhanê de deng veda. QSD’ê di demeke kurt de ji ber ku xwe dispart nirx û exlaqên mirovahiyê gelek tabûrên leşkerî berê xwe dan QSD’ê û cihê xwe di nava wê de girtin û nêzî 20 tabûrên leşkerî li herêmên Şehba, Bab û Minbicê beşdarî nava QSD’ê bûn.

QSD’ê karibû alîkariya hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê werbigire û piştre li ser banga welatiyên Minbicê hemleya rizgarkirina Minbicê da destpêkirin û bi hezaran ciwanên Minbicê beşdarî nava xebatên QSD’ê yên rizgarkirinê bûn. QSD’ê di 12’ê tebaxa 2016’an de karibû aramî û ewlehiyê li piraniya herêma Minbicê peyda bike û piştre rêveberiya bajêr radestî pêkhateyên bajêr kir. Di 5’ê Mijdara 2016’an de hemleya Xezeba Firatê ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê da destpêkirin.

Piştî hevgirtina pêkhateyan û alîkariya wan bi QSD’ê re bi ser ket, nemaze li herêmên Reqa û gundewarê wê, şervanên QSD’ê serkeftineke dîrokî bi dest xwe ve anîn û karibûn giştî herêmê ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin. Piştre Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ku di bin sîwana QSD’ê de tevdigere di 9’ê Îlûna 2017’an de hemleya Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarê Dêrazorê da destpêkirin. Hemleya rizgarkirina gundewarê Dêrazorê di heman dema hemleya rizgarkirina gundewarê Reqayê de pêk dihat.

Şervanên QSD’ê di 17’ê Cotmeha 2017’an de karibû giştî bajarê Reqayê ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bike û bi hezaran welatiyên sivîk ku çeteyan weke mertalên zindî bikar dianîn rizgar bike.

Asteniyên rêjîmê ji hemleyên QSD’ê re

Hemleya Bagera Cizîrê hêjî berdewam dike tevî ku hêzên rêjîma Baasê gelek caran hewl didin pêşveçûna şervanên QSD’ê asteng bikin. Di 16’ê Îlûnê de piştî ku şervanan serkeftinên mezin li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi dest xwe ve anîn, ji aliyê balefirên rêjîmê ve rastî êrîşan hat. Ev êrîşa hêzên rêjîmê li dijî QSD’ê tê wateya ku rêjîma Baasê ji rizgarkirina van herêman nerazî ye.

QSD’ê karibû bigihêje sînorên di navbera Sûriye û Îraqê de û karibû komên çeteyên DAIŞ’ê di berîkên biçûk de sînordar bike.

Şervanên QSD’ê di xebatên xwe yên leşkerî de her wiha karibûn nirxên mirovahiyê biparêzin û di encamê de veguherî hêza herî pê bawer ku baweriyê bi fikra demokratîk û jiyana hevbeş dike û hemû pêkhetayên herêmê pê bawer dikin û hêviyên xwe li ser wê ava dikin.

Evan serkeftinên QSD’ê, YPG’ê û YPJ’ê ne li gorî daxwaza hêzên sermiyandar û nijadperest bû û di serî de dewleta Tirk ku li hemberî daxwazên gelan ên demokrasiyê derdikeve. Ji ber vê yekê û di bin hincetên cûda de artêşa dagirker a Tirkiyeyê bi hevkariya tabûrên çeteyan gelek herêmên weke taxên rojhilatê Helebê, Xota, Medaya, derdora Şamê firotin rêjîma Sûriyeyê û li hemberî wê rêjîma Baasê rê jî artêşa Tirk a dagirker û komên çete re vekir da ku herêma Efrînê dagir bikin.

Artêşa Tirk a dagirker di êrîşa xwe ya li dijî Efrînê de çekên pêşketî û hemû hêza xwe ya teknolojiya leşkerî bikar anîn. Şervanên YPG û YPJ’ê li hemberî van êrîşan bi lehengî berxwedana serdemê dane meşandin û karibûn bi çekên xwe yên sivik û kilaşnîkovan 58 rojan li ber xwe bidin û li hemberî hovîtiya Tirkiyeyê li dijî welatiyên Efrînê civaka navnetewî û herêmê bêdeng dima.

Bi armanca parastina welatiyên sivîl piştî ku artêşa Tirk bêtirî 7 komkujî di derheqê welatiyên Efrînê de pêk anîn û di encamê de herî kêm 370 welatiyên sivîl ku piraniya  wan jin û zarok bûn şehîd bûn. YPG’ê û YPJ’ê xwestin rêbaza berxwedanê biguherînin û welatiyên sivîl ji Efrînê derbixînin da ku ji êrîşên balefir û topavêjên Tirkiyeyê biparêzin. YPG’ê û YPJ’ê qonaxa duyemîn a  berxwedana serdemê da destpêkirin û heta niha berdewam dike.