Sîpan Hemo: Êrîşa li ser hêzên me alîkariya bi DAIŞʹê re ye

NAVENDA NÛÇEYAN- Fermandarê Giştî yê YPGʹê Sîpan Hemo got ku êrîşa li ser noqteyên YPG/QSDʹê hevkariya bi çeteyên DAIŞʹê re ye.

Balfirên şer ên Rûsiya û rêjîma Sûriyê îro di saetên berbanga sibê de noqteyên QSD û Meclîsa Dêrizorê ya Leşkerî yên li rojhilatê Çemê Firatê bombebaran kirin. Di encamê de 6 şervanên QSDʹê birîndar bûn.

Yekem bersiva YPGʹê li ser zimanê Fermndarê GIştî yê YPGʹê Sîpan Hemo hat. Fermandarê Giştî yê YPGʹê Sîpan Hemo ji ajansa me re axivî û got êrîşa wan ji bo DAIŞʹa ku li ber derbeyên şervanên QSDʹê têk diçe nefesê bistîne pêk hatiye û wiha dewam kir: ʺMe wekî fermandariya giştî ya YPG û QSDʹê gelek caran daxuyanî dan û banga li hemû hêzan kirin ku di şerê li dijî DAIŞʹê de alîkariyê bikin. Me ji bo di vî alî de gelek destkeftî bidest xistin, hemû cîhan ji vê yekê re şahidiyê dike.ʺ

Hemo di berdewama axaftina xwe de got ku di dema ku hêzên YPG û QSDʹê  li piraniya herêman çeteyên DAIŞʹê têk dibin, hin hêz dixwazin pêşketina hemleya Bagera Cizîrê asteng bikin da ku tunebûna DAIŞʹê dereng bixînin.

Hemo ji Rûsiya xwest ku helwesta xwe diyar bike û dirêjî da axaftina xwe: ʺEm şerê DAIŞʹê dikin. Rûsiya û rêjîma Sûriyê noqteyên me bombebaran dikin. Em ji Rûsiya dixwazin ku sedema bombebarana noqteyên me diyar bikin. Gelo Rûsiya û rêjîm hevkarê DAIŞʹ ne û alîkariyên wan e. Çibe bela bibe dê hêzên me rojhilatê Çemê Firatê û gundên Dêrizorê ji çeteyên DAIŞʹê rizgar bikin. Ev erkek dikeve ser milê me. Bela cîhan hemû vê yekê baş bixanin. Me ji hemû hêzên navdewletî, Koalîsyona Navdewletî û Rêveberiya Rûsiya re jî gotiye ku em ê van herêman rizgar bikin.ʺ

Fermandarê Giştî yê YPGʹê Sîpan Hemo di dawiya axaftina xwe de jî got ku hêzên wan ji bersivdayînê re amadene û got ku êrîşa li ser hêzên me alîkariya bi çeteyên DAIŞʹê re û wiha dawî li axaftina xwe anî: ʺEm di riya ajansa we re tekez dikin ku emê van herêman rizgar bikin û şêniyên wan ji zulim û zordariya DAIŞʹê xilas bikin. Em ê bersiva hemû hêzên ku êrîşan li dijî hêzên me pêk bînin û pêşketina me asteng bikin bidin. Êrîşa li ser hêzên me piştgiriya bi DAIŞʹê re ye û di çarçoveya dirêjkirina temenê wê de pêk tê.ʺ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …