ŞEHBA- Şêniyên bajaroka Ehrez topbarana Artêşa Tirk a ji malên wan re şermezar kir û dan zanîn ku ew ê li hember dagirkeran bisekinin.
Artêşa Tirk beriya du şevan bi hawan û topan gundên kantona Şehbayê hedef girt û ziyan giştin malên welatiyan.
Jina bi navê Xezal Ceifer ku malê wê zirar dîtin têkildarî êrîşan wiha got:” Dema top ket, ez ne li mal bûm , dema ez vegeriyam min dît nîvê mala min hilweşiyaye, şukir ji xwedê re, zarokên min bi min re bûn û tiştek bi kesî nehat.”
Xezal da zanîn ku ew ê axa xwe biparêzin û wiha pê de çû: “Çima malên sivîlan topbaran dike, eger xwedî hêz be bila bi hêzên leşkerî re şer bike.”
Fatme Mihemed jî destnîşan kir ku ew ji erdên xwe dernakevin, pêwîste sivîl neyên hedefgirtin û êdî bese ji rijandina xwînê re.
Welatiya bi navê Sêran Hemû jî da zanîn ku xweza jî ji topbarana Artêşa Tirk para xwe ya ziyanê girtiye û di encama topeke ku li ser mala wan de ket, dîwarê wan ruxiya û dara sinoberê şikestine.
Sîran Hemû daxwaz ji gelên Sûriyê û taybet ên herêma Efrînê kir ku li hemebr pîlanên Tirkiyeyê yekîtiya xwe ava bikin û got ku ew ê bi hemû hêza xwe li dijî dagirkiriya dewleta Tirk tekoşîna xwe mezin bikin.