Silo: Rêjîm ji bo têkbirina hemeleya Reqqayê êrîşî me dike

 – Berdevkê QSDʹê Mîrîal Talal Silo da zanîn ku rêjîma Sûriyê bi armanca têkbirina hemleya rizgarkirina bajarê Reqqayê êrîşan pêk tîne û got ku dê hêzên QSDʹê di çarçoveya xweparastina rewa de bersiva êrîşan bidin.

Berdevkê QSDʹê Mîrîal Talal Silo têkildarî êrîşên hêzên rêjîmê yên li ser bargehên QSDʹê daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyanî wihaye: ʺPiştî berxwedana qehremane ya hêzên me û hêzên li dijî terorê hevkariya wan dike û di çarçoveya hemeleya hêzn QSDʹê ya di hemeleya Xezeba Firatê ku bi armanca qutkirina Reqqayê pêk tê, bi taybet jî piştî Cenga Mezin ku ji bo rizgakririna bajarê Reqqayê  ku çeteyan ji xwe re kiribû paytext û di dema em di hemeleya rizgarkirina bajarê Reqqayê de pêş ve çûn û hejmarek taxên bajar rizgar kirin, hêzên rêjîmê bi zanebûn di 17ʹê hizêranê de êrîşeke berfireh ku balafir, top û tang tê de bi kar anîn li dijî hermên rizgarkirî pêk anî. Êrîş li dijî herêmên ku ji beriya sê mehan ve di çarçoveya hemeleya rizgakririna bajarê Tebqa û Bendava Firatê de hatibû rizgakririn pêk hat.

Armanca hêzên rêjîmê ji êrîşan ew e ku Hemleya rizgarkirina Reqqayê têk bibin. ʺ

Berdevkê QSDʹê Mîrîal Talal Silo di dawiya daxuyaniyê de hêzên rêjîmê hişyar kir ku êrîşên xwe ne domînin û wiha got: ʺHeger hêzên rêjîmê di êrîşên li ser bargehên me yên Reqqayê dewam kir, em ê neçar bimînim ku em mafê xwe yê parstinê pêk bînin û bersiva êrîşan bidin.ʺ

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTÎ  YA  YPJ Ê

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …