Şervanên YPJ’ê gav bi gav pêş de çûyînên xwe berdewam dikin

 

Şervanên YPJ’ê gav bi gav pêşde çûyînên xwe berdevam dikin. Şervanên YPJ’ê Nîrvana Amed û Delal Qamişlo dan diyarkirin ku bi çek deng û morala xwe di nav pêngava dawî ya Dêrazorê de cihê xwe digrin û heya dawî li hemberî Terora DAIŞ’ ê tekoşîna xwe bidin berdewam kirin û bibin şopdarên Berfînan.
 
Şervana YPJ’ê ya bi navê Nîrvana Amed da diyar kirin ku bi rizgar kirina wan ya bajarokê Sûsa re xeta çeteyên DAIŞ’ê ya ber bi gundê Hejînê ve ziravtir bû.
 
Ji bona ku çete xwe ji vê tengasiyê xilas bikin xwestin çend caran êrîşî şervanan bikin lê belê encam negirtin û gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Cardin şervana YPJ’ê da diyar kirin ku armanca wan ewe ku terora çeteyên DAIŞ’ê ji Derarazorê paqij bikin û tola Berfînan û tevahî şehîdan hildin.
 
Şervana YPJ’ê ya bi navê Delal Qamişlo jî di axaftina xwe de wiha dibêje “Çeteyan rewşên hewayî ji bona xwe weke firsend dîtin û xwestin êrîş bikin lê êrîşên wan hatin şikandin”.
Her wiha Şevana YPJ’ê got “em bi çek deng û morala xwe di nava pêngavê de cihê xwe digrin û ji bona ku em bibin şopdarên Berfînan emê heya dawî şer bikin”.
 
Navenda Ragihandina YPJ
 
#YPJ

 

https://www.youtube.com/watch?v=onPTT28cQ3A&t=10s

Check Also

Şervanên YPJ’ê êrîşên DAIŞ û dewleta Tirk dinirxînin

  https://www.youtube.com/watch?v=NJbe3Vg_y_4