Şervanên YPJ û YJŞ‘ê alên xwe li navenda Reqayê bilind kirin

REQA- Şervanên YPJ‘ê û YJŞ‘ê alên xwe li ser avahiyên bajarê Reqayê bilind kirin û tekez dikin ku ew heya rizgarkirina tevahî jin û zarokan ji çeteyan, têbikoşin.REQQA-ALEN-YPJ-YJş-HATIN-DALQANDIN1 ‫(186319362)‬ ‫‬

Şervanên QSD‘ê pêşveçûnên xwe yên di nava bajarê Reqayê de didomînin.

Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Jinên Şengal (YJŞ) gihane navenda bajêr ku li wir şer di navbera Hêzên Sûriyeye Demokratîk û çeteyên DAIŞ‘ê de rû dide.

Şervanan jin di nava tilîliyên serkeftinê de, alên YPJ‘ê û YJŞ‘ê li ser avahiyan hildidin û diyar kirin ku ew ê xeta şehîdan bişopînin û tola hemû jinên ku bi destên çeteyan êş dîtine, rakin.

Şervana bi nava Jiyanda Êzîdxan kêfxweşiya xwe bi bilindkirina ala serkeftinê anî ziman û got: “Yekîneyên Jinên Şengal bi hêz û îradeyeke mezin hatiye damezirandin, va îro tolê hildide. Em gihaştine navenda bajêr, em şerê dijminên ku komkujî derheqê jin û zarokên Şengalê de pêk anîne, dikin. Em ê tolê rakin û pêşde biçin ta dawî li terora cîhanê werînin.”REQQA-ALEN-YPJ-YJş-HATIN-DALQANDIN1 ‫(186319361)‬ ‫‬

Jiyanda anî ziman ku wan ala xwe li navenda bajêr hildane û dê tevahî jinan ji terorê rizgar bikin û wiha pê de çû: “Em ji her kesî re dibêjin ku em ê heya dawiyê li ber xwe bidin û tevahî jinan ji terorê rizgar bikin. Ya ku îro jinên Êzidî diparêzin Yekîneyên Jinên Şengalê ye, ew e ya ku li navenda terorê li Sûriyê, li cih êşkencekirina jinên Êzidî alê bilind dike. Em ê bi vê îradeyê berdewam bikin û hemû jinan ji komkujiyan xelas bikin.”

Yek ji şervanên YPJ‘ê li ser axaftina Jiyanda tekez kir ku berxwedaniya wan ji bo rizgarkirina jinan ji terora DAIŞ‘ê ye û anî ziman ku heya aştî û aramî li cîhanê pêk neyê ew ê têkoşîna xwe ranewestînin û wiha got: “Em pêşve diçin û bi ser dikevin. Soza ku me bi dayika re daye, em bi cih tînin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …