Şervanên YPG/YPJ: Biryara me yan Serkeftin, an serkeftin e

EFRÎN – Şervanên YPG/YPJ′ê yên li eniya Şiyê li ber xwe didin gotin ku wan di Berxwedana Serdemê ya li hember top û balafirên Tirk de vîn û hêza xwe ya xurt nîşanî cîhanê dan û diyar kirin ku ew moralên xwe ji gelê berxwedêr digirin.

Şervanên YPG/YPJ′ê yên li eniya Şiyê ya Kantona Efrînê bi qehremanî Ii hember dagirkeriya Tirk şer dikin, nêrînên xwe wiha parve kirin û gotin ku ew destanên dîrokî dinivîsin.

Viyan Soran: Em berxwedaneke afsaneyî li hember dagirkeriya Tirk didin meşandin, ev yek bi saya piştgiriya gelê me pêk tê. Ji ber ku gel çavkaniya moralê me ye. Erdogan di vê demê li dijî gelê şoreşger şer ragihandiye. Çi dibe bila bibe,em ê Efrînê biparêzin.

Stêrk Cûdî: Em li vê eniyê şêniyên gundewarên Şiyê li hember êrîşên dagirkeriyê diparêzin. Erdogan baş dizane ku dawiya wî li ser destê me ye, ji ber vê yekê bi çekên herî pêşketî êrîşî me dike. Em têkçûnê qebûl nakin, biryara me yan serkeftin an serkeftin e.

Xabûr Efrîn: Balafirên dewleta Tirk jî li hember tedbîr û tekîtîkên me bê sûd in. Em destûr nadin ku Artêşa Tirk a dagirker gundên me dagir û wêran bike. Dagirker top û balafiran bi kar tînin, lê bila her kes bizanibe ku Efrîn tu carî nakeve.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …