Şervanên Şahba: Em ê herêmên hatine dagirkirin rizgar bikin

ŞAHBA – Şervanên Hêzên Şoreşger ên herêmên Şahba diyar kirin ku, ew li hemberî tevahî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên wan berxwedanê dikin û de nehêlin artêşa Tirkiyê û çeteyên wê pîlanên xwe li herêmê bi cihbînin. Şervanan gotin ku çawa çeteyên DAIŞ`ê ji herêmê derxistin, de hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Şervanên Hêzên Şoreşger û Şervanên Hêzên Artêşa Şoreşgeran bersiva êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gund û bajarokên herêmên Şahba yên rizgarkirî, didin. Şervanan diyar kirin ku ew ê heta tevahî herêmên hatine dagirkirin rizgar dikin û niştecihên wê yên hatine koçberkirin vegerînin herêmên wan, dê bersiva êrîşên çeteyan bidomînin.

Şervanên di eniyên pêşîn ên li hemberî herêmên di bin serweriya çeteyên artêşa Tirk a dagirker de cih digrin, ji nûçegihana  re axivîn.

SIHDUN KUSA

Şervan Saedûn Kûsa destnîşan kir ku ew di xendeqên pêşîn ên li hemberî artêşa Tirk a dagier û çeteyên wê de cih digrin da nehêlin dagirker bostekê ber bi xaka wan a rizgarkirî ve nêz bibin. Her wiha destnîşan kir ku çiqas êrîşên li ser xaka wan dirêj bibin jî ew gavekê paşve nakşin, lê belê dê berxwedanê zêde bikin da ku herêmên ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin rizgar bikin û şêniyên hatine koçberkirin vegerînin herêmên wan.

IYDAN HMDEO

Şervan Îdan Hemdo jî wiha got: ʺArmanca îdiayên ku çapemeniya girêdayî Tirkiyê her demekê belav dike ku çeteyên xwe amade dike êrîşên mezin li dijî me pêkbîne, ew e ku vîna me lawaz bike, lê ew nizane her ku ew hewil bide destekdayîna çeteyan û êrîşan zêde bike, her diçe îsrara me ya şikandin û lêdana derbeyên giran li ser wan zêde dibe, emê di xenqekên xwe de bimînin û parastina xak û gelê xwe ji Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê bikin, em zarokên vî xakî ve.ʺ

AHMID FÊROj

Şervan Ehmed Ferec jî destnîşan kir ku, bi saya berxwedan û fedakariya rêhevalên wan a ji bo rizgarkirina vî xakî ji çeteyan noqteyên xwe bernadin û wiha domand: ʺ Em nahêlin xwîna şehîdên me li erdê bimîne, emê heta rizgarkirina xaka herêmên Şahba ji qirêjiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedanê bikin, emê heta pêkanîna armancên xwe yên şopandina rêya Şehîdan a ji bo pêkanîna aştî û ewlehiya şêniyan, di xendeqên xwe de bimînin.ʺ

EMAD BAVEI ALAE

Şervan Îmad Ebû Elai jî wiha got: ʺ Em niha di xendekên li hember yên navê Mertala Firatê li xwe kirine bi cih bûne da parastina xak û herêmên xwe bikin, em rê nadin ku Tirkiyê ya dagirker destdirêjiyê zêde bike û destwerdanê di Sûriyê de bike, lewma jî bersivdayîna me li hember êrîşên wê dê tund be.ʺ, her wiha destnîşam kir ku morala şervanan a bersivdayîna li hemberî êrîşên çeteyan bilinde.

IBDELA AHMID

Şervan Ebdullah Ehmed jî got: ʺ Em amade ne bersiva her êrîşek artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên me bidin û emê li hemberî siyaseta Tirkiyê ku herêmên Şahba dagir kiriye, derkevin. Artêşa Tirk a dagirker armanc dike herêmên rizgarkirî dagir bike, ji ber vê yekî jî çawa me çeteyên DAIŞ`ê ji herêmên me derkir em ê li hember wê berxwedanê bikin û derbeyên giran lêdin ku berxwedana me ji bîr neke, parastina xak û zeviyên vî welatî erka ser milê me ye.ʺ

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …