Şervanên Reqayê amade ne ku tevlî Berxwedana Serdemê bibin

REQA – Fermandarên QSD`ê yên bajarê Reqayê gotin ku ew amade ne berê xwe bidin Efrînê û li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şer bikin.

CIWAN REQA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 20`ê çileyê de êrîşî herêma Efrînê dikin. Gelek komkujî derheqê sivîlan de pêk hatin û heta niha zêdetirî 150 sivîlî şehîd bûne. Şêniyên Efrînê û şervanên wê xewin û xeyalên Erdogan ku dixwaze serdema Osmaniyan ji nûve vejîn bike, vala der xistin û berxwedana dîrokî dimeşînin. Di vê çarçoveyê de fermandarên QSD`ê li bajarê Reqayê tekez kirin ku ew amade ne berê xwe bidin Efrînê û li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker şer  bikin.

Fermandarên QSD`ê yê bi navê Ciwan Reqa wiha axivî “Em heta niha li hember çeteyên DAIŞ`ê yên ku gelek hêzên cihanê nikaribûn li hemberî wan şer bikirina, şerê xwe dewam dikin. Me gelek destekftiyên ku cara  yekemîne cîhan şahîdiya wê dike, bi dest xistin.ʺ

Ciwan destnîşan kir ku çawa wan Kobanê, Reqa û gundewarên wê ji çeteyên Erdogan rizgar kirin ew amade ne ku berê xwe bidin Efrînê û li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker şer bikin û wiha pê de çû “Axa zeytûnê wê kelemê çavê Erdoganê faşîst be.”

Ciwan di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman” Her ku Erdoganê çekên giran bikar bîne em tu carî bê îrade namînin. Her çiqas berdêlê wê jî giran be Îsrara em ji bo azadiyê zêde dibe.”WELAT QAMISLO

Ji aliyê xwe ve fermandarê bi navê Welat Qamişlo ev tişt anî ziman “Şervanên me li Efrînê bi hemû hêza xwe û bi îrade û moralên pir xurt li hember êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê şer dikin û li ber xwe didin.”

Qamişlo di axaftina xwe de got ku xeyalên Erdogan tu carî pêk nayên û wiha bi dawî kir “Tirkiyê tevî hemû hêz û artêşa xwe li ser xaka Efrîn pêşde neçûye. Ji ber ku me tu carî destdêrêjiya li ser tu kesî nekiriye û em ê  axa xwe ji dagirkeran û çeteyan dibarêzin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …