Şervanên QSD’ê taxa Kurdan rizgar kirin

 REQA– Di encama şerên giran ên li navenda Reqayê de şervanên QSD’ê  taxa kurdan rizgar kirin. Li taxên Bedû, Sexanî û Çerxeriya Neîm şer didome.

Şervanên QSD’ê taxa Kurdan a Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Li taxa Bedû, Sexanî û çerxeriya Neîm jî şer bi giranî didome.

Qonaxa dawî ya bi navê Şehîd Ednan Ebû Emced a Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja ya duyemîn de bi hemû leza xwe didome. Şervanan îro taxên Endelus, Metar û Methene ji çeteyan paqijkirin.

Taxa Endelus ku îro şervanan rizgar kirin taxa Endama Fermandariya QSD’ê Klara Reqa ye. Klara Reqa di heman demê de endama fermandara Hemleya Xezeba Firatê ye.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …