Şervanên QSD`ê gundekî din rizgar kirin, li bajar jî şer didome

REQA – Şervanên QSD`ê  gundê Kesra ku li başur-rojhilatê Reqayê dikeve, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Li gundê rizgarkirî di encama şer de gelek çete hatin kuştin.

Hemleya Rizgarkirina Reqayê di roja 26`an de dewam dike. Nûçegihanên me ku hemleyê dişopînin, raghandin ku ji duh êvarî heta saetên sibehê li hîn deverên bajar şer dewam dikir.  Derbarê encamên van şer de, tu agahî nehatin bidestxistin.

Li aliyê başur-rojhilatê bajarê Reqayê, şervanên QSD`ê gundê Kesra ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Li gundê rizgarkirî gelek çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û bi qasî hate zelalkirin 12 termê çeteyan ketin destê şervanan.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …