Şervanên QSD’ê gundê Hîlalah rizgarr kirin

 DÊRAZORÊ – Şervanên QSD’ê di Pêngava Bagera Cizîrê de gundê Hîlalah rizgar kirin û pêşveçûna xwe didomînin.

Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû hêza xwe didome. Şervanên QSD’ê li baskê Siwerê di saetên piştî nîvro de gundê Hîlalah ê ku 9 km dikeve bakurê bajoroka Siwar rizgar kirin. Piştî rizgarkirinê, şervanan dest bi paqijkirina gund ji mayînan kirin.

Di başûrê şirketa Petrolê ya Cefirê jî duh di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIS’ê de şerekî giran rû dabû. Li herêmê şer hê didome û di encamê de 15 çeteyên DAIS’ê hatin kuştin, cenazeyên 6 çeteyan, her wiha “5 kleş, yek bisiving û 5 rext ketin destê şervanan.

Duh di encama berxwedana li herêma Derazorê de, 9 şervanên QSD’ê şehîd bûn.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Li Dêrezorê Di Operasyoneke Hevpar De 2 Çeteyên DAIŞ’ê Hatin Girtin

Yekîneyên Antî-Terorê “YAT” ên Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî û hêzên dijî-terorê …