REQQA – Şervanên QSD`ê di taxa El-Nehda ya aliyê rojava bi pêşve diçin. Di şerên dijwar ku heta niha li taxê de dewam dike, 19 çete hatin kuştin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 22`an de dewam dike. Nûçgihanên me ku hemleyê dişopînin, raghandin ku şervanên QSD`ê piştî şerekî dijwar di taxa El-Nehda ya aliyê rojava yê Reqayê pêş ketin. Di şerên dijwar ku heta niha li taxê de dewam dike, 19 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.
Her wiha termên 7 çeteyên êrîşkar, tevlî 3 kilanşîkof û rextên wan, ketin destê şervanan.
BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTÎ YA YPJ Ê