Şervanên QSD’ê 155 sivîlên din rizgar kirin

 

REQA– Tîmên rizgarkirina sivîlan ên QSD’ê ji navenda bajarê Reqayê 155 sivîlên din rizgar kirin. Bi vê yekê hejmara sivîlên ku îro hatine rizgarkirin bû 350.

Tîmên taybet ên sivîlan ên QSD’ê xebatên rizgarkirina sivîlan di taxên navenda Reqayê ku şer lê didome de bê navber didomînin. Vê sibê jî di vê navberê de 155 sivîl ji taxa Nehda û taxa El-Ekrad ku şer bi giranî lê didome rizgar kirin.

 

https://www.youtube.com/watch?v=9pUbsabl6c8

Şervanên QSD’ê îro di saetên sibê de jî 195 rizgar kirin. Bi vêyekê hejmara sivîlên ku îro hatine rizgarkirin derkete 350 sivîlî.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …