Şervanên QSD: Em ê heta dawî parastina xaka xwe bikin

 

ŞEHBA- Şervanên QSD’ê yên bersiva êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê li herêma Şehbayê didin soz dan ku ew ê heta dawî berxwedana xwe ya li dijî êrîşkaran bidin û parstina herêmê bikin. Şervanan dane zanîn ku wê berxwedana şervan û gelê Efrînê biserkeve.

şervanên herêma Şehbayê yên di qadên parstinê li dijî Artêşa Tirk û çeteyên wê liber xwe didan. Şervanan diyar kirin ku murala wan pir bilinde û ew ê êrîşkaran têk bibin.

Şervanê bi navê Zana Efrîn derbarê mijarê de got ku ew ê bostek ji xaka Efrîn û Şehbayê ji dewleta Tirk û çeteyên wê re bernedin û ev tişt anî ziman: “çiqasî teknîka pêşketî û balafiran bikar bînin jî em ê li berxwe bidin. Em amadene ku em êrîşên wan têk bibin û parstina Efrînê bikin.”

Şervanê bi navê Rustem Lêlûn jî got ku şervanên QSD’ê her dem di eniyên pêş de parstinba herêmê dikin û ev tişt anî ziman: “Emê gelê xwe û xaka xwe biparêzin. Bele hemû cîhan bizane ku em ê hemû hewldanên Artêşa Tirk têk bibin û em dest ji bostek xaka xwe bernadin.”

Şervanê QSD’ê yê bi nave Kendal Kobanê jî got ku Arêtşa Tirk a dagirker bi balafir û topan Efrîn bombebaran dike û ev tişt anî ziman: “Em şervanên QSD’ê soz didin gelê xwe ku em ê parsitna herêmê bikin û heta noqteya xwîna xwe ya dawî parstina herêmên xwe bikin.”

SEHBA- HEZEN-QSD-WE AXA-XWE-BIPAREZE ‫(38470145)‬ ‫‬SEHBA- HEZEN-QSD-WE AXA-XWE-BIPAREZE ‫(1)‬SEHBA- HEZEN-QSD-WE AXA-XWE-BIPAREZE ‫(1)‬ ‫‬

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …