Şervanên QSD′ê pêşve diçin û derbeyên giran li çeteyan didin

DÊRAZORÊ – Şervanên QSD’ê di Pêngava Bagera Cizîrê de zêdeyî 5 km pêşve çûn, derbeyên giran li çeteyan dan û li herêmê şer bi dijwarî didome.DER EL ZOR-SERVAN-DERBEYEN-GIRAN-LI-CETEYAN-DIXIN1 (2)

Pêngava Bagera Cizîrê di roja 9’ê Îlonê dest pê kiribû û di roja xwe ya 32’yemîn de didome. Şervanên QSD’ê bi hemû hêza xwe pêşve diçin.

Li baskê Ebû Fas şervanên QSD’ê li başûrê şirketa Cefir a petrolê 4 km pêşve çûn. Saet di 14.00′an de li nêzî stasyona trênê şerekî dijwar di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê rû da. Şerê li herêmê hê didome.

Li Baskê Siwar jî Îro piştî nîvro şervanên QSD’ê li gundê Miwelha yê ku duh hatibû rizgarkirin, dest bi operasyona paqijkirinê kirin. Di encamê de cenazeyê çeteyekî ket destê şervanan. Pêşveçûna şervanan li vî baskî didome.DER EL ZOR-SERVAN-DERBEYEN-GIRAN-LI-CETEYAN-DIXIN1 (4)

Her wiha li Baskê Ebû Xeşeb jî şervanên QSD’ê zêdeyî 1 km li başurê şirketa Şekir pêşve çûn. Di encamê de depoya genim hate rizgarkirin, her wiha ″5 hamer, tangek, 2 zil, erebek leşkerî, erebeyek teqemeniyê û fûze″ ketin destê şervanan. Çeteyên DAIŞ’ê bi armanca astengkirina pêşveçûna şervanan, bi erebeyek teqemeniyê êrîş kirin. Erebe beriya ku nêzî çeperên şervanan bibe ji aliyê şervanan ve hat bêbandorkirin.

Li herêmê şer bi dijwarî didome û şervanên QSD’ê derbeyên giran li çeteyan didin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

DER EL ZOR-SERVAN-DERBEYEN-GIRAN-LI-CETEYAN-DIXIN1 (1) DER EL ZOR-SERVAN-DERBEYEN-GIRAN-LI-CETEYAN-DIXIN1 (5)

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …