Şervanên QSDʹê nîvê taxa Hitîn rizgar kirin

REQQA– Şervanên QSDʹê nîvê taxa Hitîn a rojava yê bajarê Reqqayê rizgar kirin. Di beşê din ê taxê de jî şer didome.

Hemleya rizgarkirina Reqqayê di roja xwe ya 17ʹan de didome. Şervanên QSDʹê pêşveçûna xwe ya di nava bajar de didomînin.  Nûçegîhanên  yên hemleyê kêlî bi kêlî dişopînin diyar kirin ku şervan di taxên rojhilat û rojavayê bajar pêşveçûna xwe didomînin. Di taxa Hitîn de şervanan nêvê taxê ji çeteyên DIAŞʹê rizgar kirin. Di taxê de şer hîn jî didome.

Nûçegîhanan destnîşan kirin ku hejmarek mezin ji çeteyên DAIŞʹê di şer de hatine kuştin, lê derbarê hejmarê de tu agahî ne hatin dayîn.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …