Şervanên QSDʹê dadgeha giştî ya Reqayê rizgar kirin

 

REQA – Şervanên QSDʹê avahiya Qesir El-Edlî (dadgeha giştî) ya li navenda bajarê Reqayê rizgar kirin. Di şerê de emîrek (serçete) jî di nava de 17 çete hatin kuştin.

Hemleya Cenga Mezin a rizgarkirina bajarê Reqayê ku di 6ʹê hizêranê de destpêkirin bê navber dewam dike. Şervanên QSDʹê rojane pêşketinên mezin bi dest dixin û derbeyên giran li çeteyan dixin.

Şervanan duh avahiya Qesir El-Edlî ya di nava navenda bajarê Reqayê de piştî şeregî giran a bi çeteyan re rizgar kirin.

Li taxa Nehda ya rojhilatê bajar jî şervanên QSDʹê êrîşa çeteyan a bi erebeyeke bombebarkirî vala derxistin. Şervanan beriya erebe bighêje hedefa xwe feriq kirin û ew ji dûr ve teqandin. Di vê taxê de serçeteyek jî di nav de bi giştî 17 çete hatin kuştin.

Di heman demê de li taxên Emîn, Tekene û Mensûr jî ji şevê din ve di navbera şervanan û çeteyên DAIŞʹê de şerên giran rû didin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …