Şervanên QSDʹê ketin taxa Reqqaya kevin

 REQQA– Şervanên QSDʹê nîvî taxa Hîşam Ebdulmelik a li başûrê Reqqa rizgar kirin û ketin taxa Reqqa ya kevin.

Hemleye rizgarkirina Reqqa bi hemû hêza dimeşe û şervan pêşveçûna xwe ya di bajar de didomînin. Doh dema ku şervanên QSD derbasî taxa Hîşam Ebdilmelik ya başûrê bajarê Reqqayê bûn di navbera şervanan û çeteyên DAIŞʹê de şerên dijwar rû dan.

Di encama şer de nîvê taxê hate rizgarkirin.   Şervan doh di saetên êvarê de derbasî taxa Reqqaya Kevin bûne û li vir jî di navbera şervanan û çeteyan de şerên dijwar rû da. Di ecnama şer de Qesir Elbenat ya ku dikeve rojhilatî taxa Reqaya Kevin hate rizgar kirin.

Di encama van şervan de 34 çete hatine kuştin û gelek termê çeteyan ket destê şervanan. Her wiha çend navendên çeteyan ên girîng ku cihek ê rakirina balafirên keşfê bû û cihek ê îtîsalata bû hatin rûxandin.

Di pevçûnan de 4 şervanên QSDʹê bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

 

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …