REQA– Şervanên QSDʹê li taxên Emîn û Sekene yên navenda bajar û taxa Nehde ya rojavayê bajar derbeyên giran li çeteyan dixin û pêş ve diçin. Di wan taxan de şerên giran rû didin. Li Taxa Emîn 11 çete hatin kuştin.
Hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê ket roja xwe ya 94ʹan de û şervanên QSDʹê di nîvê bajarê Reqayê de pêş ve diçin û derbeyên giran li çeteyan dixin. Di taxên Emîn û Sekene yên li navenda bajar û taxa Nehde ya rojavayê bajar di navbera şervanên QSDʹê û çeteyên DAIŞʹê şerên dijwar rû didin. Şervanên QSDʹê pêşveçûna xwe didomînin.
Çeteyan li Taxa Emîn bi armanca ku çepere ku şervanan li ser wan feriz kiriye bişkînin û êrîş pêk anîn. Koma ku êrîş pêk anî ji 11 çeteyan pêk dihat. Hêzên QSDʹê berdiva koma êrîşkar da û hemû çete hatin kuştin.
Şerê li navenda bajar û rojavayê bajar hîn jî didome.