Şervanên navneteweyî li benda destûrê ne da biçin Efrînê

GIRÊ SPΠ– Şervanên navneteweyî li benda destûra QSD′ê ne da berê xwe bidin Efrînê û li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk şer bikin.

40 şervanên navneteweyî yên ji Amerîka, Rûsya, Çîn, Belcîka û Holendayê diyar kirin ku ew amade ne berê xwe bidin Efrînê û piştgiriya berxwedana hêzên QSD′ê bikin.

Şervanê bi navê Tolhildan ê Amerîkî da zanîn ku amade ne bersiva êrîşên dagirkeriya Tirk bidin û herêma Efrînê biparêzin. Tolhildan wiha got, ″Em êrîşên li ser Efrînê û komkujiyên li dijî gel (taybet zarok û jin) qebûl nakin.″

Derbarê şervanên navneteweyî de Fermandarê QSD′ê Heqî Kobanê axivî û wiha got, ″Ev şervanên navneteweyî ji bo şerê li dijî DAIŞ′ê beriya demekê hatin Bakurê Sûriyê. Bi destpêkirina êrîşên dagirkeriya Tirk ên Ii ser Efrînê, şervanan biryar dan ku berê xwe bidin Efrînê û piştgiriya berxwedana QSD′ê bikin. Ji ber hovîtiya dewleta Tirk a li dijî Efrînê wekî binpêkirina mafên mirovan dibînin. Şervan li benda destûra QSD′ê ne da biçin Efrînê.″

 

TOLHIDAN HEQI KOBANE EFRIN-SERVANEN-UMEMI (2)

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …