Şervanên Minbicê: Em ê bi ruhê berxwedanê bersiva êrîşan bidin

MINBIC – Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê soz dan gelê Minbicê ku ew ê bajar li hember êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê biparêzin.

Serokê AKP′ê Erdogan gefa êrîşê li ser bajarê Minbicê xwar. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva gefên Erdogan dan û gotin ku tu kes nikare gavekê jî ber bi Minbicê ve were.

Şervanê bi navê Şivan Eseliye yê li eniya gundê Muhsinlî bi cih dibe, da zanîn ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hêzên perwerdekirî li herêmê bi cih kirin û wiha got, ″Beriya 20 rojan çeteyên Tirkiyeyê êrîşî noqteya me kirin. Her wiha di dema dawî de tevgera çeteyên Tirkiyeyê ya bi erebeyên zirxî li herêmê zêde bûye. Armanca Tirkiye ji vê yekê ew e ku êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê veşêre.″

Şivan da zanîn ku ku bila Erdogan nefikire ku ew ê bikaribe bi hêsanî derbasî bajarê Minbicê bibe û wiha domand, ″Em ê bajarê xwe yê bi xwîna şehîdan hatiye avdan, biparêzin.″

Şervanê bi navê Baran Heleb jî diyar kir ku ew ê heta dilopa dawî ya xwînê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin û ev peyam da Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, ″Cangoriyên azadiyê ji bo rizgarkirina herêmê bedelên giran dan. Em destûr nadin ku ev ax were dagirkirin.

Şervanê bi navê Mezlûm yê li eniya Sacûr bi cih dibe jî destnîşan kir ku ew ê li hember Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe bidin û wiha axivî, ″Bila gelê me yê Minbicê netirse, madem em herêmê diparêzin tu kes nikare gavekê pêşve were.″

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dem dem gule û hawanan davêjin çeperên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê. Şervanan li hember êrîşan hêza xwe li herêmê xurt kirin.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …