Şervanên ku Reqa rizgar kirin: Me banga gel bi cih  anî

 

HELEB – Şervanên YPG`ê ku  cihê xwe di  Hemleya Rizgarkirina Reqayê de girtin, destnîşan kirin ku wan ji taxa Şêxmeqsûd a berxwedêr bi ruh û moralekî bilind banga gelê Reqayê bi cih  anîn û berê xwe dan eniyên şer û gotin:”Em amade ne ku her bihustek axa Sûriyê rizgar bikin.”

HLB-NERINEN-SERVANIN-YPG-DERBARI-REZGAERKRINA-REQI HLB-NERINEN-SERVANIN-YPG-DERBARI-REZGAERKRINA-REQI1

Şervanên YPG`ê yên Helebê ku cihê xwe di Hemleya Rizgarkirina Reqayê de girtin, derbarê beşdarbûna wan di hemleyê de, ji ajansa me re axivin.

FERHAD KOBANE

Ferhad Kobanê:Wekî şêniyên bajarê Helebê me tehmûl nekir ku gelê bajarê  Reqayê zulm û zordariyê ji çeteyên DAIŞ`ê bibînin û em bêdeng bin. Ji ber vê yekê em bi israr tevlî Hemleya Rizgarkirina Reqayê bûn û me çete ji axa welatê xwe têk birin. Me ji taxa Şêxmeqsûd a berxwedêr û bi ruh û  moralekî bilind banga gelê xwe yê Reqayê bi cih anî. Reqa bi saya şehîdan hate rizgarkirin û em ê li rex gelê xwe bin û wan ji metirsiyan biparêzin.”

ZAGROS ROJ AVA

Zagros Rojava: Em amade ne ku ji bo gelê xwe  şehîd bibin, şehadeta di oxira gel de ji bo me rûmet e. Ji ber zexta çeteyên DAIŞ`ê li ser şêniyên Reqayê, jiyana wan bibû dojeh, ev yek jî bû sedema ku ez tevlî  hemleya rizgarkirina bajar bibim. Em  soz  didin hemû gelên Sûriyê em ê parastina wan bikin û ji bo rizgarkirina hemû axa Sûriyê me amade ne.”

FEDEKAR ZAGROS

Fedekar Zagros: Em ji hemû hêzên zordara û  dewletên ku destek didin wan, dibêjin ku em wekî şervanên YPG`ê em ê parastina hemû axa Sûriyê bikin û li her cihê ku gel lê werê zilmkirin em ê li wir bin û wan rizgar bikin. Her wiha em nahêlin ku hêzên terorîst bighêjin armanca xwe.”

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …