Şervanên ji êlên Ereb: Divê em nekevin xefka dijminan

Şervanên ji eşîrên Ereb ên ku di nav  Hêzên Sûriya Demokratîk de ne, bang li tevahiya şervanên ji eşîrên xwe û sivîlên li Dêrazorê kirin ku nekevin xefkên dijmin ên ku dixwazin fitneyê derxînin.

 Beriya demekê şaneyên hikumeta Sûriyê û çeteyên DAIŞ`ê bi rêya qetilkirina rûspiyên êlên herêmê û kesayetên niştîmanî hewl dan fîtneyê di navbera QSD û êlên Ereb ên herêmên Dêrazorê de derxin.

Dema şênî daketin qadan û banga eşkerekirina daneyên qetilkirinê kirin, van şaneyan ev bûyer bi kar anîn, xwestin fitneyan derxin û QSD`ê bi bûyeran tawanbar bikin.

QSD`ê kesên ku destên wan di qetikirinê û teqînên ku li bajarê Dêrazorê rû dane de hebûn, girtin.

Piştî vê hewldana derxistina fîtneyê, tevahiya şêx û rûspiyên êlên Ereb ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku bi QSD`ê re ne.

ꞌPIŞTÎ BINKETINÊ DEST BI LÎSTOKAN  KIRINꞌ

Girêdayî vê mijarê şervanê QSD`ê Oda El-Hîbî yê ji eşîra Hîb axivî û got: “Piştî ku şaneyên veşartî û aliyên derve nekarîn planên xwe yên li herêmê bicih bînin, rasterast berê xwe dan eşîran û rûspiyên eşîran kirin armanc. Paşê QSD bi bûyerên qetilkirinê tawanbar kirin. Em bang li  şervanên ji eşîran û sivîlên Dêrazorê dikin ku ji van lîstokan hişyar bin. Bila bizanin ku QSD ji ciwanên eşîrên Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatiye û mil bi mil li gel pêkhateyên herêmê rêxistinên terorîst têk birin. Hevgirtina gelên herêmê û eşîran li xweşiya dewleta Tirk, Rûsyayê û çeteyan wan nehat, lewma tevlîhevî xwestin navbera şêniyan êlan û hêzên leşkerî de. Divê her kes li gorî xeteriya bûyerên ku rû dane, bi berpirsyarî tev bigirin û rê nedin ku ajandeyên derve bigihêjin armancên xwe.”

Şervanê bi navê Mihmed El-Ferec ê ji eşîra El-Afadala ya li Reqayê diyar kir ku hikumeta Sûriyê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin yekitiya QSD’ê, vîna eşîran, rêveberiya herêmê ya sivîl û êlan têk bibin.

El-Ferec di dawiya axaftina xwe de îşaret bi armanca şaneyan kir û got: “Hinek hêz û aliyan xwestin li  Şedadê, Reqayê û herêmên din fitneyan derxin, ji ber vê divê eşîr û gel hişyar bin û hevgirtî bin.”

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …