Şervanên Helebê ji bo parastina Efrînê amade ne

 

HELEB – Şervanên YPG û Hêzên Erka Xweparatinê yên Helebê tekez kirin ku heger hikûmeta AKP‘ê êrîşên xwe li dijî sivîlên Efrînê dewam bike ew ê biçin eniyên berxwedanê yên li Efrînê. Şervanan banga serhildana dijî faşîmeyê kirin.

Zagros Çiya diyar kir ku serkeftinên QSD‘ê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê Erdogan bê çar kir ji ber vê yekê dîn bûye û jin û zarokan hedef digire.

Zagros diyar kir ku heger êrîşên li ser Efrînê dewam bike, wekî YPG‘ê ew biçin Efrînê û li hemberî êrîşna li dijî sivîlan herêmê biparêzin.

NURI HEMDO

Nûrî Hemdo jî anî ziman ku armanca êrîşên dagirkeriyê ew e ku sînaryoha Eskenderon li herêmê dûbare bibe û Sûriyê parçe bikin. Nûrş Hemdo got, “Wekî YPG‘ê erka wan e yekîtiya xaka Sûriyê biparêzin. Were xwestin em amade ne berê xwe bidin çeperên berxwedanê li Efrînê.”

HOGIR CAWISç

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hogir Çawîş jî diyar kir ku ji parastina tevahî xaka Sûriyê re amade ne.

Çawîş êrîşên li ser Efrînê bi ne exlaqî bi nav kir û got, “Em mafdar in ji ber wê, em ê bi serkevin.”

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …