TEBQA – Akademiya Şehîd Xalid Elêwî ya li Tebqayê bi tevlêbûna 220 şervanan dewreya yekem a focê leşkerî ya bi navê “Şehîd Xalid Elêwî”, vekir.
Di mijdara 2017’an de yekemîn focê leşkerî li Tebqayê hate ragihandin. Ev foc ji 4 tabûran pêk tê. Her tabûrek di nava xwe de 55 şervanan digre.
Ev dewre jî ji bo pêşxistina şervanan hem di aliyê leşkerî û hem jî di aliyê ramyarî de hatiye vekirin.
Di merasîma vekirina vê dewreyê de, Hevserokê Komîteya Parastinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Mihemed Xalid û herdu fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Rojda Felat û Ronî Hesen, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Tebqayê Rewşen Hemê û hevserokên komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, amade bûn.
Dewre bi deqeyeke rêzgirtinê û toreneke leşkerî ji aliyê şervanan ve hate vekirin. Paşê Mihemed Xalid li ser rewşa niha ya siyasî û girîngiya avakirina hêzên leşkerî yên parastinê axivî. Mihemed got “Em ne bi hêz bin her kes dê dijminatiya me bike, lê heger em bi hêz bin kesek nikare dijminatiya me bike.”
Xalid axaftina xwe wiha domand: “Hûn dibînin ku li ser erdê Hêzên Sûriyeya Demokratîk hêza herî xurt e û ji hemûyan re hêza wê îsbat kiriye. Xaka ku vê hêzê rizgar kiriye jî mînakeke mezin e.”
Piştre her 220 şervanan sond xwarin ku xaka xwe heta dawiyê biparêzin. Di dawiyê de jî li ber dengê awaz û stranên şoreşgerî govend hate gerandin.
Şehîd Xalid Elêwî ku dewre li navê wî hatiye kirin, di şerê rizgarkirina bajarê Reqayê de gihiştiye asta şehadetê.