Şervanên Efrînê: Yan serkeftin an şehadet

 EFRÎN – Şervanên YPG/YPJ’ê yên kantona Efrînê diyar kirin ku  dê bersiva Artêşa Tirk a dagirker bidin û gotina xwe ya dawî kirin “Yan serkeftin an jî şehdadet”.

Serokomarê Tirk Recep Teyyip Erdogan gefan dixwe ku dê artêşa wî a dagirker êrîşî kantona Efrînê bike û roj bi roj gund û herêmên welatiyên sivîl dide ber topan. Şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin bi tundî bersivê didin van êrîşan.DIYAR

Şervanên ku li eniyên şer ên pêşîn cihê xwe digrin  zelal kirin û gotin ku dê bersiveke tund bidin êrîşên artêşa dagirker û aramiya kantonê biparêzin.

Yek ji şervanan Diyar Efrîn e. Vî şervanî destnîşan kir ku Erdogan dixwze bi dagirkirina Bakurê Sûriyê Împeratoriya Osmaniyan vegerîne û projeya Federaliya Demokratîk vala derbixe. Diyar got, em rê nadin ku Erdogan xaka Efrînê bibîne û hemû pîlanên wî vala derbixin.SEAR

Ji şervanan Şiyar Denîz jî da xuyakirin ku Tirkiye dixwaze bi êrîşên xwe di nava welatiyên sivîl de tirsê belav bike û ev tişt anî ziman “Di rastiyê de ew nikare li hemberî şervanên ku gelek serkeftin li hemberî çeteyan pêk anîne, şer bike. Eger dewleta Tirk îsrar bike ku derbasî xaka kantonê bibe bila baş bizanibe ku wê li ser xeta sînor dawiya wê were. Em bi yek ramanî ve girêdayî ne. An serkeftin an jî şehadet.”TOULIN

Şervana YPJ’ê Tolîn Demhat jî diyar kir ku Artêşa Tirk hertim nuqteyên me bi çekên giran topbaran dike û ev tişt got “Ew texmîn dikin ku wê bi wan çekên xwe berxwedana me bişkînin, lê şervanan berxwedaniyeke mezin nîşan da û xwedî vîn û baweriyeke mezin in.”ARIN

Şervaneke din a YPJ’ê Arîn Berfîn jî bal kişand ku ew wekî şervanên YPJ’ê dê li hemberî Artêşa Tirk a dagirker ku dijberiya azadiya jinê dike, bisekinin û got “Bila hemû bizanibin ku jina azad a Bakurê Sûriyeyê dê tevahî jinan rizgar bike.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …