GIRÊ SPÎ – Îro li bajarê Girê Spî çalakiya Newrozê bi beşdariya tevahî gelên herêmê hat lidarxistin. Şervanên QSD/YPGʹê yên di Berxwedana Serdemê, Pêngava Xezeba Firatê û operasyonên din ên leşkerî birîndar bûne jî bi dilekî germ beşdarî çalakiyê bûn.

Şervanê bi navê Aydil ku di Berxwedana Serdemê de birîndar bûbû axivî, cejna şervanên azadiyê yên di çeperên şer de û şervanên di şer de birîndar bûne pîroz kir  û wiha got, ʺEm ê tevî birînên xwe li hember dijminên mirovahiyê li ber xwe bidin.ʺ

Şervanê bi navê Hisên Ehmed jî ku di Pêgava Xezeba Firatê de birîndar bûye, anî ziman ku ew ê heta dilopa dawî ya xwînê li hember êrîşên dijmin şer bikin û wiha got, ʺLingekî min mabe jî ez ê li gel hevalên xwe di çeperên şer de bigirin û axa welatê xwe li hember  êrîşên dijmin biparêzim.ʺ

Şervanê bi navê Mihemed ku beşdarî gelek operasyonên leşkerî bûye û di berxwedana li dijî êrîşên dijmin de birîndar bûye soz da ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin heta Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û axa Kurdistanê azad dibe. Mihemed cejna rêhevalên xwe yên QSD/YPG/YPJʹê pîroz kir.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ