Şervanên Bagera Cizîrê êrîşa çeteyan şikandin, 2 çete hatin kuştin

 DÊRAZOR– Şervanên Bagera Cizîrê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser gundê Mihemin şikandin. DI şer de 2 çete hatin kuştin.

Şevê din çeteyên DAIŞ’ê êrîşî çeperên parstinê yên şervanên Bagera Cizîrê yên li gundê gundê Mihemin kirin. Şervanan bersiv dan û di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de şerê giran derket.

Di encama şer de 2 çete hatin kuştin, termê wan ket destê şervanan.

Gundê Mihemîn dikeve rojava-bakurê Dêrazorê berê ji aliye şervanên QSD’ê ve hatibû rizgarkirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …