Şervanên Bagera Cizîrê 4 gund rizgar kirin

DÊRAZOR– Şervanên Bagera Cizîrê pêşveçûna xwe ya li bejahiya Dêrazorê 4 gundên din ji çeteyan rizgar kirin.

Pengava Bagerê Cizîrê di roja xwe ya 51’an de bi hemû leza xwe didome û şervan rojane pêşketinên nû bidest dixin û derbeyên giran li çeteyan dan.

Şervanên Pengava Bagerê Cizîrê duh di saetên êvarê de li herêma çemê Xabûr ji du baskan ve ktin. Şervanan 4 gundên ku çeteyan xwe tê de bi cih kiribûn ji çeteyan rizgar kirin.

Di pêşveçûna herdû baskan de di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIS’ê de şerê giran qewimî. Di encamê de şervanan gundên El-Hirêca El-Şerqiye, Islah El-Ribêda, Ceaar û El-Fedînji çeteyan rizgar kirin. Piştî rizgarkirina gundan şervanan demil dest ketin tevgerê û dest bi opersyona gundên rizgarkirî kirin. Pêşveçûna şervanan a di herêmê de didome.

Ji saetên sibê ve li gundê Igêdat a dikeve 20 KM başure rojhilate Dêrazorê şêr û pêvçûnên dijwar di navbera şervanan û çeteyan de rû didin.  Di encama şer de li gund heta niha 8 çete hatine kuştinj. Ji van termê 4 çeteyan tevî çek û cebilxaneya wan ketiye destê şervanan.

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …