Şervanekî QSD`ê yê Tirkmen: Dewleta Tirk Tirkmenan bi kar tîne

Şervanê QSD`ê Xebat Tirkmen li ser armancên dewleta Tirk ên hewldana avakirina kembera Tirkmenan got “Tirkmen tên bikaranîn û bi rêya birakujiyê hewl didin Tirkmenan tune bikin.” 
 Şervanê bi navê Xebat Tirkmen ku li eniya Eyn Îsa li dijî dagirkeran li ber xwe dide, got polîtîkayên dewleta Tirk ên li hemberî Tirkmenan şêwazê birakujiyê ye û bang li Tirkmenan kir ku nekevin xefika lîstokên dagirkeran.

LI DIJÎ ZILMÊ BI 3 BIRAYÊ XWE RE TEV LI QSD’Ê BÛ

Şervanê QSD’ê Xebat Tirkmen bi eslê xwe ji Tirkiyê ye, lê ji ber zilma dewleta Tirk malbata wî neçarî koçberiyê bûye û hatiye bajarokê Hemam Tirkmen ê girêdayî Girê Spî. Xebat ji ber polîtîkayên dagirkeran ne ziman ne jî dîroka xwe dizane ku tenê bi zimanê erebî diaxive. Piştî dagirkirina Girê Spî malbata Xebat dîsa neçarî koçberiyê dibe. Li dijî vê hovîtî û neqebûlkirina zilmê bi 3 birayên xwe re tev li QSD’ê dibe.

Xebat Tirkmen dibeje ku wî rêya heqîqet û tolhildanê hilbijartiye û got: “Em ji ber hovîtiya dewleta Tirk neçarî koçberiyê bûn. Tiştê ku li ser pêkhateya me hatin, em ê tola wan rakin. Ev dema tolhildanê ye. Piştî koçberiya me ji Tirkiyê li Hemam Tirkmen jî em hatin koçberkirin. Li ser gelê Girê Spî kiryarên hovane tên meşandin. Gelê me koçberî kampan bûye. Min nikaribû ev zilm tehemûl bikira.”

Têkildarî asîmîlekirina zimanê tirkmenî, şervanê QSD`ê Xebat ev tişt got: “Ez dixwazim dîroka xwe ya rast derxim holê û nas bikim. Dîroka me ji me dizîn. Ne dayîka min ne jî bavê min bi zimanê xwe nizanin biaxivin ku dîroka xwe jî nizanin. Ev şêwazê tunekirinê ye ku dewleta Tirk û dewleta Osmanî li ser gelê me da meşandin. Ez li pey dîroka gelê xwe me.

Dewleta Tirk a dagirker ji xwe pê de tu pêkhateyê qebûl nake ku çawa dîroka Tirkmenan tune kiriye, niha jî dixwaze dîroka Kurdan tune dike. Êdî dem ne dema berê ye ku rêxistina me hatiye avakirin û nikarin ne me, ne jî pêkhateyên din tune bikin. Ev plana xwe bi êrişan re dixwaze bixin meriyetê lê ew ê têk biçin. ”

‘BI RÊYA BIRAKUJIYÊ HEWL DIDIN TIRKMENAN TUNE BIKIN’

Xebat Tirkmen têkildarî bikaranîna Tirkmenan û armanca avakirina kembera Tirkmenan got: “Gelê me yê Tirkmen eşkere ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê bikaranîn. Wê dewletê dîroka me winda kiriye ku çawa Tirkmen dibin hevkarên kiryarên wan? Tirkmenên ku tev li çeteyan bûne, serkêşiya wan ên ku dîroka wan dizîne, dewleta Tirk e. Ji bo Tirkmen hev û du tune bikin ciwanên Tirkmen bi kar tîne. Şewazê birakujiyê ku li ser Kurdan, Ereban jî pêk tîne, bi heman şêwazê li ser Tirkmenan jî bi kar tîne. Bi vê şêwazê hewl didin Tirkmenan tune bikin. Di şerê Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê de Tirkmen hatin bikaranîn û hîn jî tên bikaranîn. Gelê Tirkmen divê vê hovîtiyê qebûl neke û bi birayê xwe re şer nekin.”

Ji bo wan sûcên dewletaTirk a dagirker têk bibe, Xebat got wê heya dawiyê li ber xwe bide ku nehêle dîrok dubare bibe.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …