Şervanek çîroka berxwedana Enqele û Sinarayê vedibêje

EFRÎN – Şervan Amanos Herdem ê ku li eniyên şer ên navçeya Şiyê li ber xwe dide, li ser hûrgiliyên şerê li herêmê rû dide axivî û got, “Artêşa Tirk a dagirker bi top û balafirên xwe sivîlan hedef digire. Em ê heta serkeftinê li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin.″EFRIN-NUCE-LI-SER-PEVCUNE-LI-GUNDEN-SIYE (1)

Şerekî giran li navçeya Şiyê ya girêdayî Kantona Efrînê diqewime. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bêserûber û bi rengekî hovane gund û bejarokên Efrînê, bombebaran dikin. Dagirkeran bi taybetî li Şiyê hovîtiya xwe diyar kir û di nava vê mehê de êrîşeke kîmyawî pêk anîn. Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî li ber xwe didin û nahêlin ku Artîşa Tirk û çeteyên wê pêşve biçin.

Şervan Amanos ê ku li gundên Enqele û Sinarayê li gel hevalên xwe yên YPG û YPJꞌê têdikoşe, dibêje, “ji 24′ê Sibatê de Artêşa Tirk a dagirker û terorîstên wê hewl didin ku gundên Enqele û Sinarayê dagir bikin, lê belê şervanên YPG û YPJꞌê derbeyên giran li wan didin û nahêlin pêşve biçin.”

Derbarê hûrgiliyên eniyên şer de, Herdem destnîşan kir ku Artêşa Tirk a dagirker her du gundan bi tank û balafiran bi rengekî yekser êrîş dike. Herdem wiha domand, ″Di encama van êrîşan de heya niha 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da û niha di bin xaniyên rûxandî de mane. Ji ber êrîşan zêde me nikarîbû cenazeyên wan derxînin.″EFRIN-NUCE-LI-SER-PEVCUNE-LI-GUNDEN-SIYE (3)

Herdem da zanîn ku çete bi alîkariya bombebarana balafiran hewl didin ku gundên navçeyê dagir bikin û got, ″Tevî vê êrîşa tund jî, em dikarin li ber xwe bidin û nehêlin ku dagirker pêşde biçin.″

Amanos Herdem di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ew ê li hemberî Artêşa Tirk a dagirker li ber xwe bidin. Ji ber ku ew xwediyên xakê ne û wê diparêzin, bêguman serkeftin a wan e.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …