Şervanê YPG`ê Şevger hate oxirkirin

KOBANÊ – Şêniyên navçeya Sirînê ya herêma Firatê cenazeyê şervanê YPG`ê Setem Casim (Şevger) ku di Pêngava Bagera  Cizîrê de şehîd bibû, oxir kirin.KOB-MARASEMIN Ş (4)

Bi dehan şêniyên navçeya Sirînê û gundewarên wê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Sirînê kom bûn. Li vir toreneke leşkeî ji aliyê şervanên YPG`ê ve hate lidarxistin.

Di merasîmê de bi navê Saziya Malbatên ŞehîdanKîlo Hisên, ji fermandarên QSD`ê Esmer Kobanê, bi navê Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a navçeya Sirînê Abdulrehman Şêx Demir axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku bi saya berxwedan û tekoşîn ciwanên Bakurê Sûriyê û bi giyanê berxwedana Kobanê gelê Bakurê Sûriyê bi ewlehî û aramî dijîn.

Di axaftina de hate gotin ku çawa di berxwedana Kobanê de ewqas şehîd û qurbanî hate dayîn ji bo ku Efrîn neyê dagirkirin ew ê şehîdan bihtir bidin.

Her wiha axaftivanan soza şopandina riya şehîdan careke din dûbare kirin.

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê Endama Saziya Malbatên Şehîdan Emel Mustefa hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Di dawiyê de şêniyan cenazeyê şehîd Şevger li gundê wî Eyoc ê baûşr rojhilatê navçeya Sirînê oxir kirin.

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …