BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ Ê – GIRÊ SPÎ- Şêniyên bajarê Girê Spî cenazeyê şervanê QSD`ê Ebdulkerîm Mihemed yê ku di Hemleya Rizgarkirina Reqqayê de şehîd bû spartin axê.
Cenazeya Şehîd Ebdulkerîm Mihemed ji nexweşxaneya Şehîd Berçem a bajarê Girê Spî ji aliyê gel ve hat wergirtin û berbi goristana Şehîd Mehmûd Taime ya gundê Tenhûze ve birin. Li çerxeriya El-Ilim a bajarê Girê Spî gel karwanê oxirkirina şehîd pêşwazî kirin û tevlî bûn.
Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Hemdan El-Ebid û Zelîxe Ebdî, nûnerên hemû saziyên Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî tevlî merasîmê bûn.
Di despêka merasîmê de hêzên Erka Xweparastine merasîma leşkerî lidar xisitn û deqeyek rêz hat girtin.
Piştî wê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd El-Ebid Ellah di merasîmê de axivî û sersaxî ji malbata şehîd Mihemed re xwest.
Her wiha Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Hemdan El-Ebid axivî û wiha got: ʺBi xwîna cangoriyên me yên leheng em îro berbi projeyeke demokratîk ve diçin.
Endama Kongreya Star Rûken Hemê jî di merasîmê de axivî û got: ʺCiwanên me ji bo jiyana hevbeş a herêmê canê xwe feda dikin.
Piştî ku axavtin bi dawî bû şervanên Erka Xweparastine têkoşer Mihemed spartin axê.
Şehîd Ebdulkerîm Mihemed 6`ê Hezîranê li gundê El-Esediye yê Reqqayê di hemleya Rizgarkirina Reqqayê de şehîd bû.