Şervanê Ereb: Parastina Efrînê erka hemû gelan e

EFRÎN– Şervanê QSD’ê yê Dêrazorê ku niha li Efrînê li dijî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di çeperên parastinê de cih digre diyar kir ku dema welat rastî êrîşên dagirkeriyê tê, tu cûdahî di navbera Ereb, Kurd, Suryanî û gelên din de nîne.

Şervanê QSD’ê Şahîn Ereb ê ji Dêrazorê, niha li Efrînê li dijî dewlet Tirk û çeteyên wê şer dike. Şahîn Ereb derbarê berxwedana Efrînê de  axivî û wiha got: “Erka parastina Efrînê dikeve ser milê hemû gelên ku baweriya wan bi jiyana hevbeş û biratiya gelan heye. Divê hemû gelê Sûriyê li dijî dagirkeran liber xwe bidin.”

Şervanê QSD’ê Şahîdn li gundê Edamê ya navçeya Raco di lingê xwe de birîdar bû. Dema ku Arêtaş Tirk û çeteyên wê derbasî gund Bibin Şahîn Ereb û hevalên xwe bersiva wan da û rê nedan wan ku derbasî gund bibin.

Şahîn derbarê berxwedana li Gundê Edmanê agahî dan û ev tişt anî ziman: “Tu cûdahî dinavbera kurd, ereb û suryaniyan de nîne. Dema em bersiva dagirkeran didin, em bi hev re tekoşînê didin meşandin.Di tekoşîna me de tu cûdahî di navbera Cizîrê, Efrîn û parçeyekî din ên Sûriyê de nîne, divê em parastina Sûriyê bikin û bersiva êrîşkaran bidin. Ev erek dikeve ser mile hemû gelê Sûriyê yên baweriya wan bi biratiya gelan û jiyana hevbeş tê.”

Şahîn Ereb got ku dema ew li gundê Edama ya navçeya Raco bû Arêtşa Tirk û çeteyên wê êrîş pêk anîn û ev agahî dan: “Em ketin gund û me amadekariya bersiva êrîşên Arêtşa Tirk bidin. Dihat payîn ku di kîjan kêliyê de êrîş bikin.  Bi berbanga sibê re êrîşî gund kirin. Cilên şervanên QSD’ê li xwe kiribûn, lê nikarîbûn derbasî gund bibin. Me bersiva wan da û êrîşa wan têk bir. Dest bi topbaran û bombebaranê kirin, gund topbaran û bombebaran kirin. Wê demê ez birîndar bûn, ez ji qada şer hatim derxistin û ez anîm nexweşxaneyê.”

‘AKP’ê dixwaze pêkhateyan berde hev’

Şahîn Ereb di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kirin ku dewleta Tirk dixwaze di navbera gelê Sûriyê de tevlîheviyê derbixe û ev tiş anî ziman: “Dewleta Tirk çeteyên Cehbet El-Nusra û DAIŞ’ ê ji hemû aliyan kom anîn û li Idlibê kom kirin, da ku dest bi şerê li ser Efrînê bike. Ji ber ew naxwaze zêde leşkerên xwe di şer de bikar bîne. BI dehan çete li ser sînor hatin kuştin.”

Şahîn bibîr xist ku ji destpêka şoreşa Gel a Sûriê dewleta Tirk ji bo rijandina xwîna gelê sûriyê kar dike û wiha dom kir: “Ew ji bo wê kar dike. Di navbera hemû pêkhateyan de tevlîheviyê derdixe. Di nava opozisonê yên ereb û Turkmen sor dike ku şerê gelê kurd bikin û pirojeya NEtewa Demokratîk ku li ser esasê biratiya gelan û jiyana hevbeş hatiye avakirin têk bibe.”

Şervanê QSD’ê yê ji Dêrazorê Şahîn Ereb di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû komên çekdar ên Sûriyê ku bi TIrkiyê re êrîşî gelê xwe yên Efrînê dikin ku vegerin û dest ji kiryarên xwe berdin û ev tişt anî ziman: “Xwe beranberî pereyan firotine. Banga min ji wan re vegerin û li ser esasê jiyana hevbeş û biratiya gelan yekîtiya xaka Sûriyê em bi hev biparêzin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …