Şervana YPJ′ê bi wêneya xwe berxwedana jinê vedibêje

ZANA SEYDÎ

KOBANÊ – Şervana YPJ′ê Sema Kobanê beşdarî Hevdîtina Şêwekariya Hunerî bûye û bi wênexêziyên xwe, têkoşîn û berxwedana jina şerker vedibêje.

Hevdîtina Şêwekariya Hunerî duh li Kantona Kobanê ji aliyê Desteya Çandê ya Koordînasyona Rojava û bi Yekîtiya  Rewşenbîran, hat vekirin. Di Hevdîtinê de bi dehan nîgarvanên Kurd, Ereb ên Sûriyê beşdar bûn.2017-5-13-KOB-SERVANA-DI-HEVDITINA-ROJ-AVA-DA ‫(1)‬

Şervana YPJ′ê Sema Kobanê jî beşdarî Hevdîtinê bû û xwest ku bi wênexêziyên xwe, berxwedana jinê di çeperên şer de, vebêje.

Sema got ku wê di 4 saliya xwe de, dest bi wênexêziyê kir, lê piştî ku tevlî nava refên YPJ′ê bû, demekê jê dûr ket. Sema wiha got: ″Dema ku min bihîst ku Hevdîtina Şêwekariya Hunerî hatiye lidarxistin, ez beşdar bûn da têkoşîna jinê ya ji bo azadiyê, vebêjim.″

Sema wêneya têkoşera Kurd Arîn Mîrkan ku bû sembola berxwedanê, xêz dike û dê wêneya xwe di pêşengeha Salane ku dê di zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo de were lidarxistin, pêşkêş bike.

Dê pêvajoya yekem a pêşengehê heta 16′ê mehê li salona Newroz a Kobanê bidome. Dê di 18′ê mehê de jî,  pêşengeha salane li bajarê Qamişlo were lidarxistin.

(mm)

ANHA

Check Also

Ji Bo Bîranîna 12 Gulîmorên Alaya Xweser a Şehîd Zîlan

Me sozek dabû rêhevalên xwe yên şehîd, soza me ew bû ku ger derbaskirineke dijminê …