Şervana Enternasyonal: Wê gelê Efrînê biserkeve

EFRÎN – Şervanan Enternasyonalîst Hêlîn bihîst ku şoreşa Rojava şoreşa li dijî zordarî, dîktator û faşistan e, lewma xwest ku tevlî vê şoreşê bibe. Berê xwe da Herêma Cizîrê û cihê xwe di Hemleya Bagera Cizîrê de girt, niha jî berê xwe daya Efrînê û li dijî dagirkeran şer dike. Hêlîn diyar kir ku ew bawere ku wê gelê Efrînê serbikeve.

Şoreşa Rojava bandor li gelek welatên cîhanê kir. Di encamê de bi dehan şervanên enternasyonalîst ji gelek welatên cîhanê berê xwe dan Rojava û cihê xwe di nava şoreşê de girtin. Bi dehan şervananên Anternasyola berê xwe dan Efrînê û li dijî faşizma Tirk û çeteyên wê li kêleka şervanên Efrînê sekinîn in.

Şervanan enternasyonalîst Hêlîn (26) ji Elmaniya hatiye. Hêlîn wêjeya zimanê Firansî dixwend, lê di sala 2011’an de li dijî nerîna dewletê ku gel dixeniqîne derket. Ji vir li dijî nerîna dewletê derket û dest bi tekoşînê kir.

Hêlîn cihê di gelek çalakiyên ku gelê kurd li derveyî welat ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava hate lidarxistin bû. Di wan çalakiyan de kesayet û şoreşgerên Rojava nas kir.

‘Şervanên YPJ’ê jinên herî azad in’

Hêlîn di encamê de biryar da ku berê xwe bid e Rojava û cihê xwe di hemleya Bagera Cizîrê de girt. Di rizgarkirina gelek gundên Dêrazorê de cih girt û bi çavên xwe rastiya jinên şervan jiyan kir, her wiha armanca wan ji nêz ve nas kir.

Hêlîna ku ne xwest ku nasnameya xwe û riwê xwe ji ber rewşên ewlekariyê diyar bike wiha got:  “Ez li vir hîn bûm ku jinên herî azad şervanên YPJ’ê ne.  Di şerê li dijî terorê û li dijî zihniyeta baviksaliyê serî hildane.”

Hêlîn, di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku di nerîna gelek xelkên cîhanê de ku jinên Ewropa jinên herî azad in û wiha dom kir:”LÊ jinên welatê min tiştkî ji wateya azadiyê nizan in. Min azadiya fikrî di nava YPJ’ê de dît. Şervanên YPJ’ê xwedî kesayetên û îradeyeke bi hêz in. Tu kes wekî wan nîne.”

‘Faşist li kur be, ezê li wir tebikoş im, lewma ez niha li Efrînê me’

Helîn her wiha da zanîn ku dewleta Tirk dewleta herî faşiste û şerê gelê şoreşger dike û wiha dirêjî da azaftina xwe:”Li dijî gelê ku li dijî rêjîma Baas serî hilda û îradeya xwe ya azad feriz kir, êrîş daye destpêkirin. Êrîşî hêza ku DAIŞ şikand dike. Tiştê li Efrînê pêk tê şoreşeke nû ya li dijî faşizmê ye, şoreşa berxwedana gelan a li dijî artêşa duyemîn a NATO yê ye.”

Şervanan enternasyonalîs Hêlîn di dawiya axaftina xwe de jî got ku tişta wê bi çavên xwe ji gelê Efrînê dîtiye baweriya wê mezin kiriye ku wê li dijî balafirên Artêaş Tirk a dagirker biserkevin û da destnîşan kir ku ne mumkine ev gelê berxwedêr tu carî têk biçe.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …