Şervana Anternasyoal ji gelê Efrînê fêrî rihê berxwedanê dibe

EFRÎN- Şervanan Anternasyonal ku li Rojava navê Şîlan li xwe kiriye, xwest li dijî sîstema desthiladar a li welatê xwe serî hilde, lê piştî ji xwe re ne dît û ne wêrî pêk bîne, bi şoreşa Rojava bihîst, hat xwest li Rojava fêrî wateya jiyana şoreşgerî bibe, lewma niha li Efrînê li dijî dîktatoriyê şer dike.

Şervana Anternasyonalîst ya 23 salî ji Ewropa hat û tevlî berxwedana Serdemê bû. li welatê xwe beşê werger û wêjeyê dixwend. Wekî hemû jinên ciwan ên Ewropa jiyan dikir, heta dewleta wê ji ber malbatê kirê ne dida ew ji xanî derxistin. Dibêje ji bo fêrî berxwedana li dijî sîstema dewletê ya dîketor bibe, berê xwe da Rojava û navê Şîlan li xwe kir.

Şîlan dema li welatê xwe bû jî xwest li dijî dewletî serî hilde, lê hêz ji xwe re ne dît, çalakiyên gelê kurd li derve dît û bi wan bi bandor bû, wiha jî xwest navberoka vê berxwedanê nas bike.

Şervana Anternasyonal Şîlan niha di Berxwedana Serdemê de cih digire. Beriya wê bi salekê jî li Cizîrê di nava berxwedanê de cih girt. Di nava berxwedana Rojava de cûdahiya di navbera tekoşîna civakê û sîstema dewletê de nas kir.  Şîlan  got ku wê bawer ne dikir gelekî wiha berxwedêr li vê herêmê bibîne  û ev tişt anî ziman: “Lê ev gelê xwedî îrade û doza mafê xwe dikin, bê guman wê serbikeve.”

Şîlan li kêleka bi dehan şervanên din ên Anternasyonal di berxwedana Serdemê de cih digre û her berxwedan û tekoşîna gelê Efrînê ya ji bo parstina xaka xwe dibîne hêza wê ya şerê li dijî zihniyeta dîktator û dagirkeran zêde dibe.

Şîlan dibêje ku yên dixwazin fêrî berxwdanê bibin bela werin Rojava û li vir fêrî berxwedan û tekoşîna li dijî dîktator û dagirkeran bibin û ev tişt anî ziman:”Tevî rastî êrîşên tunekirinê tên, lê carde jî dest ji berxwedana xwe bernedan û tekoşîna xwe bi hemû hêza xwe didomîn in. Ji ber vê yekê wê serbikevin. Serkeftina vî gelê misogere.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …