Şervan û hunermendê Bagera Cizîrê Gelhat e

DÊRAZOR – Hunermend û şervan Gelhat, birayê 4 şervanan e. Bi çeka xwe çeteyan ditirsîne û bi dengê xwe şervanan dicoşîne û coşa azdiyê di qadên Bagera Cizîrê de digerîne.

Şervanê YPG’ê Beyar Heysem Mihemed (Gelhat Hesekê) yek ji 5 birayên ku di nava tekoşîna azadiyê de cih digrin e. Gelhat û sê birayên xwe di nava YPG’ê de ne û birayê 5’an jî di nava erka xweparstinê ya Rojava de cih digre.

Beriya Gelhat xwediyê dengekî xweşe û beriya tevlî nava refên YPG’ê bibe cihê xwe di nava çand û huner de digirt. Niha jî di nava şervanên Bagera Cizîrê de stranan dibêje û murala şervanan di çeperên şer de bilin dike. Gelhat piştî sala 2014’an tevlî YPG’ê bû û cihê xwe di nava hemleyên rizgarkirina Til Hemîs, Til Merûf, Şedadê, Reqa û niha jî di Hemleya Dêrazorê de cih digre.

Şehîd Çekdar navê Şehîd Gelhat lê kir

Gelhat di qadên berxwedanê yên Bagera Cezîrê de bi stranên xwe coş û heyecana berxwedanê mezin dike û sînfoneyên azadiyê li ber hêrsên nazik ên şervanan li çola Dêrazorê didêre. Derbarê tevlîbûna xwe ya di nava refên YPG’ê Gelhat dibêje ew li Hesekê tevlî refên YPG’ê bû û û wiha got: “Ez li Hesekê tevlî YPG’ê bûm. roja tevlî bûm şehîd Çekdar fermandar bû, ji min pirs kir, min navê xe yê rast jê re got. Got tê navê xwe yê tevgerê bike, min jê re got tu dizane, navê Şehîd Gelhat rabike. ji min re got ramanê şehîd Gelhat rabike , ew li ser ramanê Rêber APO tevbigere, min got temam.”

‘Ji şehîd Çekdar fêrî rihê hevaltiyê bû

Şervanê Hunermend Gelhat bîranên fermandar û hevalê xwe Çekdar ê navê Gelhat lê kir wiha axivî: “Hevalê min Şehîd Çekdar ji bajarê Hesekê bû. Ez ji ji wî fêrî rihê hevaltiyê bûm. gelek caran dihat gel min mewziyê û digot heger tu westiya be, ez ê li şûna te nobedariyê biikim. Şehîd Çekdar û 2 birayên xwe di heman mewziyê de li Ebû Fas a Dêrazê şehîd bû. Ji ber ku wî navê Gelhat li min kiriye, careke din ez soz didim ku ez ê bi rihê Şehîd Gelhat li ser ramanê Rêber APO tekoşîna xwe bidomînim.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …