Şervan: Îradeya me tu carî naşike

FRÎN – Şervanên QSD’ê yên di eniya berxwedanêya navçeya Bilbilê de diyar kirin ku ew bi îradeyeke xurt bersiva êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê dikin û gotin ku madem gelên Bakurê Sûriyê piştigirya wan dikin, dê heta dawî berxwedana xwe bidomînin û serbikevin.

Şervanên QSD’ê yên di eniya berxwedanê ya navçeya Bilibilê de derbarê berxwedana bê hempa ku li Efrînê destnîşan dikin  axivîn û gotin ku wê îradeya wan tu carî têk neçe.

Şervanê QSD’ê Elî Şêr bibîr xist ku Arêtaş Tirk û çeteyên wê bi hemû cûreyên çekên giran êrîşî Efrînê dike û ev tişt anî ziman: “Çiqasî çekên giran û teknîka pêşketî bikar bînin jî wê nikarin îradeya me bişkîn in. Ma dem gelê me li pişt me ye em ê tu carî neşik in.”

Elî Şêr, her wiha destnîşan kir ku Erdogan dixwaze Efrînê dagir bike û wiha dirêjî da axaftina xwe:”Ev 32 roj in Erdogan û çeteyên wî dixwazin xaka me dagir bikin, lê em bi çekên xwe yên sivik û îradeya xwe ya xurt ku bi fikrê Rêber Ocalan hatiye pêşxistin, bersiva êrîşên wan dikin û parstina herêmê dikin.”

EFRIN-NERINEN-SERVANEN-YPG YPJ (1)

Şervanan bi navê Zozan Çiya ku di çeperên berxwedanê de parstina herêmê dikin jî got ku Artêaş Tirk û çeteyên wê nikarin pêş ve werin û wiha dom kir: “Ew bi balafir û topan herêmên me hedef kirin. Lê gelê me bi berxwedana xwe piştgiriya me dikir, lewma serkeftin para me ye.”

Zozan Çiya di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû gelê Efrînê kir ku rê nedin dewleta Tirk ku pîlanên xwe yên li dijî Efrînê serbixe û piştgiriya xwe ya bi şervanan heta dawiyê bidomîn in.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …