Şervan Derwîş: Meclîsa Leşkerî ya Minbicê xwe amade dike

MINBIC- Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş diyar kir ku hêzên wan divê di aliyê xwe yê rêxistnî de wê xwe pêş bixe û wiha got: “Divê hêzên me di asta rêxistînî, amadeyî û perwedeyê de amade be.”

Di 27’ê mijdara 2017’an de Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yekem foca leşkerî bi navê “Foca Şehîd Idnan Ebû Emced” ava kir. Ebû Emced di 29’ê tebaxê di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bû.

Avakirina yekem foc li ser esasê biryara ku fermandarên leşkerî di civîna xwe girtin pêk hat. Armanca avakirina focan ew bû ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di aliyê rêxistinî, leşkerî û fikrî de wek hêzeke leşkerî rêxistinkirî xwe birêxistin bikin. Wiha jî amadekariyên wê hîn zêdetir pêk were.

Beriya ragîhanina yekem foc Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di bin sîwana tabûr û tugayan de xwe birêxistin kiribû.

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbarê sîstema xwe ya nû wiha got: “Em di destpêka qonaxeke nû de ne. Di demên derbasbûyî de şerê me bi DAIŞ’ê re bû. Wê demê hêzên me li gorî qonaxa demê hatin sazkirin. Lê dema nû ku em ketinê pêwîstiyên nû li ser me feriz dike. Hêzên me wê van li gorî pêşketina demê rêxistina xwe ya nû saz bike. Ev jî wê di riya sîstema Focan de xwe birêxistin bike.Armanca Meclîsa Me ya Leşkerî ku em baştir xwe birêxistin bikin da ku em parstina herêmê bikin.”

Derwîş her wiha destnîşan kir ku bi avakirina focan re tê wateya ku hêzên wan ên leşkerî wê ji mezintirîn êrîşan re amade be û wiha dom kir: “Wiha em ê ji hemû cûreyên êrîşan re hazir bikin. Dê focên em ava bikin her dem di nava perwedeyê de bin. Da ku amade bin bersîva hemû cûreyên êrîşan bidin. Ev gav ji bo em ji demên pêş re amade bin, da ku em karibin erka xwe pêk bînin û karibin bi hêsanî parstina herêmên xwe bikin.”

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: “Kar û xebatên me didome. Çi ji bo parstina Minbicê û gelê wê pêwîste em ê pêk bînin. Mclîsa Leşkerî ya Minbicê wê hemû gavên ku tê de amade be pêk bîne.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …