Şer li sê aliyê Reqqayê bi dijwarî didome

REQQA- Pêşketina şervanên QSD`ê di nava Reqqayê de dewam dike û ji duh ve 36 çete hatin kuştin û 3 erebe yêk jê bombebarkirîbû hatin ruxandin.

Hemleya Rizgarkirina Reqqa di roja 30’yan de bi hemû dijwariya xwe dewam dike û di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê şer bi giranî diqewimin. Di vê çarçoveyê de ji duh êvarê ve li gelek eniyan di navbera Şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şerê giran rû didin.

Li aliyê başûrê bajar, li taxa Hîşam Ebdilmelik şer derket û şervanan 17 çete kuştin, erebeyeke bombarkirî jî ruxandin. Di şerê li vir de 3 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.

Li Rojavayê bajarê jî li taxa Qadisiyê, çeteyan di seatên sibehê de hewl dan êrîş bikin, lê şervanan yekser ferq kirin, bersiv dan û êrîşa çeteyan hat şikandin.  Li taxa Reqqaya Kevin ku şervan beriya sê rojan derbasî bûn, pêşketin dewam dike û şervanan mizgefta kevin dorpêç kirin û çete niha li wir hatine tengavkirin.

Li taxa Berîd a Bakurî bajar jî şer bi dijwarî diqewime û li wir jî 19 çete hatin kuştin, du erebe hatin ruxandin. Di şerê li vir de jî şervanek QSD`ê şehîd bû û 3 jî birîndar bûn.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …