????????????????????????????????????

 Şêniyên Tirbespiyê cenazeyê Menaf spartin axê

QAMIŞLO – Cenazeyê şervanê YPG‘ê Menaf El-Hesanî (Umer Tirbespiyê) bi merasîmeke li goristana Şehîd Dilşêr hate veşartin.TIRBESPIYE-MERASIMA-SEHIDA (7)

Şervanê YPG‘ê Menaf El-Hesanî bi navê Umer Tirbespiyê tê naskirin, di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgakirina bejahiya Dêrazorê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê Menaf El-Hesanî bi merasîmekê li goristina Şehîd Dilşêr oxir kirin.

Merasîm bi tûraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve dest pê kir. Paşê Ji fermandarên YPG‘ê Mihemed Zêdan, Rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan Zekî Ibrahîm û bi nava malbata şehîd Menaf axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û hevgirtina hemû pêkhateyan a ji bo parastina herêmên hate destnîşna kirin.TIRBESPIYE-MERASIMA-SEHIDA (8)

Birayê şehîd Menaf jî diyar kir ew bi şehadeta kurê xwe serbilind in û soza şopandina xeta wî da.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Paşê welatiyan cenaze di nava dirûşmeyan de spartin axê.

 

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …