Şêniyên Sirînê cenazeyên 2 şervanên QSDʹê spartin ax

KOBANÊ-  Şêniyên Sirînê cenazeyên 2 şervanên QSDʹê  yên di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, bi merasîmekê spartin axê.KOB-MERASIM-ŞEHID-LI-SIRÎN ‫(1)‬ ‫‬

Bi sedan welatiyên herêma Sirînê ya Kantona Kobanê ya herêma Firatê cenazeyên şervanên QSDʹ Ebdu Şems El- şîmelî (Ebdilkefî Elko) û Hisên Reqqa (Hisên Mihemed) ên di hemleya rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê spartin axê.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê Rêvberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Gêlo Hisên axivî û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û wiha got: “Em îro bi saya xwîna van şehîd û lehengên xwe bi azadî li ser vê xaka jiyan dikin. Em şehîdên xwe naspêrin axê, lê belê em şehîdên xwe dispêrin dilê xwe. Em soz didin ku emê her dem şopdarên riya şehîdên xwe bikin û tekoşîna xwe ya rêxistinkirinê bidomînin.ʺ

Piştî axaftin bi dawî bû, nasnameya herdû şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên herdû şehîdan bi diruşmeya ʺŞehîd namirinʺ spartin axê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …