Şêniyên Serêkaniyê  cenezeyê şehîd Rodî oxir kirin

SERÊKANIYÊ – Welatiyên bajarê Serêkaniyê  cenazeyê şervanê YPG′ê  Rodî li goristana şehîdan a bajêr oxir kirin.SRK-RODI-HAT-OXIR-KIRIN1 (4)

Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniye îro cenazeyê şervanê YPG’ê Telal Weysî(Rodî) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûye ji nexweşxaneyê wergirtin, bi tilîliyên dayîkan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ ber bi goristana şehîdan a bajêr ve ketin rê.SRK-RODI-HAT-OXIR-KIRIN1 (7)

Li goristanê, merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Şêrîn Mihemed axivî, sersaxî ji malbata têkoşer re xwest û da zanîn ku van şehîdan di oxira rizgarkirina welatê xwe de, cane xwe feda kirine.

Piştre li ser navê Desteya Malbatên Şehîdan Îdan Ehmed jî sersaxî  xwest û wiha got: ″Bi berxwedana cangoriyên azadiyê em bi azadî dijîn û Sûriyeke demoratîk û Federal tê avakirin″.

Di dawiyê de nasnameya têkoşer hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Piştre şervanên YPG′ê  cenazeyê şehîd hilgirtin ser milên xwe û di nava dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de sipartin axê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …