Şêniyên navçeya Şera têkoşer Pêşeng bibîr anîn

 

EFRÎN -Meclîsa Malbatên Şehîdan û malbata şehîd Pêşeng Cûdî, tekoşer Pêşeng di yekem salvegera şehadeta wî de li goristana Şehîdan  a navçeya Metîna bibîr anîn.EFRIN-BIR-ANINA-BISNK-GUDI (2)

Meclîsa Malbata Şehîdan a navçeya Şera ya girêdayî kantona Efrînê şervanê YPG`ê Rênas Ehmed (Pêşeng Cûdî) di yekem salvegera şehadeta wî de bibîr anî. Cûdî di 20`ê cotmeha 2016`an de dema li ser erkê xwe yê leşkerî bû li kantona Şahba şehîd bû.

Bi dehan şêniyên navçeya Şera vê sibê, berê xwe dan gorista Şehî Refîq a li gundê Metîna û têkoşer Pêşeng bibîr anîn. Şêniyan al û sembolên herêmê û wêneyên têkoşer Pêşeng hilgirtibûn û bê navber diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re beriz dikirin.

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgfirtinê dest pê kir. Paşê Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Şera Ednan Sîmo axivî û Şehîd Pêşeng Cûdî di yekem salvegera şehadeta wî de bibîr anîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Sîbo di berdewama axaftina xwe de Şehîd destnîşan kir ku şehîd pêşeng ji bo xizmeta welatê xwe cane xwe feda kiriye û li hember û gel û welatê xwe erka xwe pêk anî.”EFRIN-BIR-ANINA-BISNK-GUDI (1)

Di berdewama merasîmê de li ser navê malbata têkoşer Pêşeng Cûdî dayika wî Zehîde Mihemed axaftî û  destpêkê bixêrhatina beşdaran kir û wiha got: “Têkoşer Pêşeng di oxira xizmeta welatê xwe de jiyana xwe feda kir.”

Di dawiya merasîmê de, beşdaran serdana gorên şehîdan kirin û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …