Merasîm li goristanê bi rêzgirtina leşkerî hate destpêkirin. Paşê Endama Fermandariya YPJ’ê Gulîstan Serêkaniyê axivî û di destpêka axaftinax we de bal kişand ser berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê ya ji bo parstina gelê Bakurê Sûriyê û soz da ku ew ê heta dawî li ser riya şehîdan têbikoş in û herêmê tevahiya Barkuê Sûriyê ji çeteyan biparêz in.

Di berdewama merasîmê de Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Arif Balî axivî û berxwedan û tekoşîna şervanan a li dijî terorê bibî xist û got ku bi saya tekoşîna şervanan herêm ji çeteyan hatiye parstin û gelê herêmê bi azadî bi hev re jiyan dikin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameya şervanê YPG’ê Zûhat Kobaên hate xwendin û radestî malbatê hate kirin, her wiha nasanameya şervanê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Şêx Mihemed Şêx (Sadiq) jî hate eşkere kirin û nasname radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd bi diruşmeyan spartin axê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ