Şêniyên Keramê cenazeyên  5 şehîdan oxir kirin

HESEKÊ – Şêniyên bajarokê Keramê cenazê 5 şehîdên YPG`ê û Meclîsa Leşkerî yê Dêra Zorê li goristana şehîd Memo û Sîvdar spartin axê.HSK-MARASIMA-5 SAHIDAN ‫(161219080)‬ ‫‬

Welatiyan cenazê şehîdan Ebdilhemîd Mihemed (Zana Keramê), Ibrahîm Kesir ( Rêber Keramê), Ebdilkerîm Rehîm ( Şahîn Xezaniyê), Ibrahîm Ehmed ( Delîl) û endamê Meclîsa Leşkerî yê Dêrezorê Elai El-Siyalî (Baran Reqa) ji Saziya Malbata Şehîdan a Hesekê wergirtin.

Piştre bi karwanekî erebeyan ber bi goristana şehîd Memo û Sîvdar ve ya li bajarokê Keramê birêketin.

Li goristanê şervanên YPG û YPJ`ê merasîma leşkerî lidar xistin.HSK-MARASIMA-5 SAHIDAN ‫(161219076)‬ ‫‬

Paşê li ser navê Meclîsa Reqaqyê Ezîz Hesen axivî û sersaxî ji malbatê re xwest, Ezîz da zanîn ku ew bi saya xwîna şehîdan gihîştin vê qonaxê û dê Reqa ji aliyê Meclîsa wê ve bê birêve birin.

Fermandarê Hêzên Antî TerorZinar El-Firatî jî soza şopandina riya şehîdan da.

Di dawî de nasnameya şehîdan ji aliyê Endamê Meclîsa Reqayê Nebîh Musa ve hat xwedin û radestî malbatê hat kirin.

Di dawiya merasîmê de şervanan cenazeyên şervanan bi tilîlî û diruşmeyan spartin axê.

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …